Nivîsar

Tevlihevî

Adil Dûran

 

Rîwayet dibe ku ji rojan rojekê xortekî Kurd bi balafirê rêwîtîyê dike.Û li kêleka wî jineke bedew û kezî zer a Rûs rûniştiye. Ew xatûn pirtûkekê dixwîne, bi pirtûkê re mijûle.Xort ji serde, ji kêlekê ve û jêrde, virde wêde temaşe dike, şaşmatî dimîne. Dixwaze hembêz bike, xwe bavê ser, lê fedî dike. Bi devê mirîlez û bez dibêje:-Xanim, rêwîtî zahmet e. Dema ku em bi hevdû re biaxivin aciz nabin û wê dem zû derbas bibe.Jina kezîzer pirtûka xwe dide alîkî u bersiv dide:-Tu dixwazî li ser çi bûyerê bi min re bidî û bistînî?-Civaka hawêrnas, ango li ser vejandina dendika nukleerî.-Gelek balkêş e. Lê berî her tiştî pirsek min heye. Hesp-çêlek, pez û hemû dewar diçêrin, gîya dixwin. Û dema ku rêx dikin, çêlek mîna keşke lepo lepo rêxê dikin. Lê hesp wek pîşmanîyeya Romîyan gilover serkulan dikin. Gelo ji ber çi sedemê wisa ye?-Di vê derbarê de hîç fikrekî min ê piçûk jî tuneye.-Lawo mirîdê dîn, tu hê rîx û serkulan ji hev dernaxî, tuyê çawa bi min re li ser vejîna dendika nukleerî biaxivî!Me go rêwîtî..Me go xortê Kurd..Dema ku rêvebirên hêzên sîyasî ji bona rizgarkirina welêt regezên ne rast û xelet bidine pêş, wê hemû çalakî û kar û barên wan xelet bin.Wê xelk bête xapandin.Gelek îmkanên xurt ketin destên wan û bi hezaran şerkerên cangorî ketin bin hukumranîya wan xeletî û dafikan.Hemû plan û proje û armancên wan pûç û vala derketin.Ji bo serxwebûna Kurdîstanê derketibûn rê, îro bi’Türkîyelîleşme ‘yê ve zeliqî ne. Têkîlîyên xwe bi dijminê Kurdan re qut nekirine.Şerê çekdarî dikin. Ji bo çi kes nizane, ew jî nizanin. Çi fêdeya xwe digihê gelê Kurd.Ewên ku wek wan nafikirin û najîn, ji Kurdîstanê derxistin û kirin penaber.Min dixwest çi bigota?-Ewên ku ji bo armancek Kurd û Kurdîstanî naxwînin, kar nakin û çalakîyan nakin, bila dev ji wê siyasetê berdin da ku rê li pêşîya welatparêzên rasteqîn neyê girtin.Sîyaset bi tenê bi hêz û zorê nabe.Siyaset zanîn e, dîplomasî ye, bazirganî ye, huner e û ji her cûre zanyarî yê re pêwistî heye ku jîyana civakî bi rêk û pêk be.Ew mirovên ku girîngîyê nedin doz û hestên netewî û nikaribin sedema rîxa çêlekê û serkulên hespê ji hev derxin, helbet wê zirar û zîyanê didin dozê wesselam.. Lotikxane
Back to top button