Polîtîk

Tevger:Rizgarî tenê bi serxwebûnê dibe

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Berî du rojan mizgîniya paqijkirina navenda Kobanî ji destên terorîstên DAÎŞê dilê Kurdan teva xweş kir û li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê ev mizgînî bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Em dizanin ku ev serkeftin encama berxwedaneke bêhempa û xebateke gewre ya dîplomasiyê ye.

Em hemû cangoriyên ku ji bo parastina axa Kurdistanê jîyana xwe ji dest dan birêzdarî bibîrtînin û hemû şervanên qehreman ên Kurd ku hîn jî li hember terorîstan şer dikin pîroz dikin. Di heman demê de em spasiya hikumeta başûrê Kurdistanê dikin ku bi her awayî piştgiriya Kobanî kir û xwişk û birayên me yên Kobanî bêpişt nehişt.

Paqijkirina navenda Kobanî ji terorîstan, serkeftineke mezin e û dilê her Kurdekî xweş dike. Lê divê ev serkeftin, bi serxwebûna başûrê rojavayê Kurdistanê bê xemilandin ku ev dilxweşiya me berdewam be. An na wê ev dilxweşî cihê xwe bihêle ji êş û janên hîn mezintir.

Em niha bi qasî ku bi paqijkirina navenda Kobanî ji teroristan kêfxweş in, ji bo paşeroja Kobanî jî ew qasî bi şik û guman in. Wê ji niha pêve çi bibe?

Dema em rewşa niha dinirxînin, dibînin ku hîn jî li ser Kantonan israrek heye. Me bi çavên serên xwe dît ku Kanton bi tenê dibe sedama kuştina Kurdan û vala kirina gund û bajarên Kurdan. Loma ji niha pêve israrkirina li ser Kantonan, tê maneya israrkirina kuştina Kurdan.

Rizgarî, bi tenê bi serxwebûnê dibe. Piştî ew qas şer û xwînê bilêvkirina Kantonan, ji hemû şehîd û şervanên Kobanî re heqeret e. Ger wê Kobanî dîsa bibe Kanton û wek perçeyek Sûrî di bin dagirkeriyê de bimîne, çi ma ew qas ciwanên me canê xwe fida kirin? Ev şer tev, ji bo Kobanî pêşkeşî Esad bikin çêbû?

Şervanên me fidakar û bicesaret in. Li hember terorîstan axa Kurdistanê diparêzin. Lê hêzên sîyasî yên ku li ser pişta van şervanan biryaran didin, ev şerê qeheremanî ne di berjewendiya me Kurdan de di berjewendiya dijminan de bi kar tînin. Nîşanên wê jî bilêvnekirina serxwebûnê û daxuyaniyên din ên sosret in.

Em fêhma ku di serkeftina Kobanî de qala Pêşmergeyên qehreman û rola girîng a başûrê Kurdistanê nake û dibeje “Kobanî serkeftina şoreşgerên Kurdan û Tirkan e” nalet dikin.

Em fêhma ku dibêje “Wê êdî li Sûrî şer bi Sûrîyeya Demokratîk encam bibe.” nalet dikin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê dibêjin ku, tu şerê ku armanca wî ne serxwebûn be ne şerê me Kurdan e. Loma divê li başûrê rojavayê Kurdistanê jî, ji xeynî serxwebûnê tu armancên din neyin qebûlkirin. Di vî warî de wek garantor, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên başûrê Kurdistanê û Kak Mesûd. An bila zorê bidin hemû aliyan ku peymana Duhakê bi cih bînin an jî rêyeke din bibînin. An na wê hemû ked û xwîna ciwanan bi erdê ve here û kuştina Kurdan bidome.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

28.01.2015

Back to top button