Polîtîk

Tevgera Partiya Kurdistanê ava bû

Li Bakurê kurdistanê partiyek nû hate damezirandin.

Derdora malpera Yekbûna welat li Diyarbekirê civînek pêkanîn û di civînê de rewşa siyasî û herweha pêşeroja xwe gotubêj kirin. Di encama civînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kirin.

Di di xuyaniyê de hatiye kifşkirin ku, li Kurdistanê pêwistî bi rêxistinek nû heye.

Di daxuyaniyê de  çareseriya pirsa kurd ya dawî damezirandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê de dibînin.

Di daxuyaniyê de dibêjin: Em desthilatdariya Kurdan di welatê wan de bingeh digrin.Em hevkariya li gel dezgeh û rêxistinên din pêwîstiyekî dibînin.Em îlegaliteyê(nehîniyê) red dikin.Em dijê şîdetêne û tekoşînek vekirî, zelal û meşrû daxwaziyama ya bingehîne.

Di dawiya daxuyaniyê de navê rêxistina nû hatiye nivîsandin.

Bi vî awayî derdora Yekbûna Welat bi navê Navê  Tevgera Partiya Kurdistanê di qada siyasî de li Bakurê Kurdistanê kar û xebata xwe bikin.

 

Têbiniyek:

Li Bakurê Kurdistanê mixabin hêjî piraniya daxuyanî û ragihandinên rêxistinên Kurdistanî bi zimanê Tirkî tê kirin. Lê ji berî her tiştekî ragihandina partî û tevgerên Kurdistanî de li gel zimanê Tirkî divê karanîna zimanê Kurdî wek pêwistiyek be.

Rojeva Kurd

Back to top button