Erdogan li Pirag li gel rojnemevana axivî û di derbarê pêvajoya hevdîtana li gel Abdullah Ocalan hinek daxuyaniyên balkêş dan.
Erdogan di derbarê pêvajoya hevdîtinan û sekinandina şer de û herweha pêwendiyên BDPê û Ocalan de ev tişt gotin:
– Ev pêvajoya ku me destpêkirî, li gora mercên derdikevin pêşiya me rêve diçe.
– Pêvajo nehatiye xetmandin.
– Di vê pêvajoyê de bi navê dewletê MIT vî karî rêve dibe.
– Daxwaziyên Îmralî jî hene ku ew peyamên rêdike bi baweriyekî bigihe cihê xwe.
Hin pîvanên me jî hene:
– Ew kesên li gel yên çiyan re hev hemêz kirîn em rênakin Îmralî.
– Ew kesên ku peyamên didin û pêvajoyê tevlîhev dikin û dijê hesasiyetên vî welatî diaxêvin, wek navçîvan nayên qebûl kirin. Ji ber ku ihtimala peyamên ji wê derê(Îmralî) vergirin rastî negihînên cihê wê geleke.
– Ne şerte ku ileh hevserok herin Îmralî.
– Gelek daxwazî têne, Wezereta Dadê wan hemiyê dinirxînê û li ser biryar tê dayîn.
– Mirov û xizmên wî dikarinher demî herin Îmralî.
– Lê herkesê siyasî bixwaze nikare herê.
– Hinek hesasiyetên me jî hene , em li gora wan hereket dikin. Nabê herkesek tişta bê berdevê wa bêje. Hinek carê bi daxuyaniyên tund dixwazin peyamê bidin hinek cihan. Ev zererê dide pêvajoyê. “