Tevgera Gulenî û “Pirsa Kurd” û Televîzyona Dinyayê…

Tevgera Gulenî, berê bala kurdan ji aliyê mafên neteweyî yên kurd de nedikişand. Lewra Tevger Gulenî, bi her her awayî li dijî kurditî, mafên neteweya kurd bû. Tevgera Gulenî, bi “pirsa kurd” re bi hîç awayekî eleqeder nedibû. Heta ez dikarim bibêjim ku ji bona Tevgera Gulenî demokrasî, maf û azadiyên mirovî jî hevokên biyanî bûn.

Ji bona ku tevgereke herêmî û milî, bû li dijî navneteweyîbûnê bû jî. Lê di van salê dawî de bi xebatên dibistanên xwe karaktereke navneteweyî ji aliyê fizikî da qezenç kir. Piştî ku serokê tevgerê Fethullah Gulenî çû li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA-yê) bû rûniştvan, ji aliyê fikrî de jî karaketereke navneteweyîbûnê qezenç kir.

Tevgera Gulenî di van salên dawî de jî, bi “pirsa kurd” re eleqeder bû. Nivîskar û dezgehên girêdayî Tevgera Gulenî li ser “pirsa kurd”, di destpêkê de lêkolîn û lêgerîn pêk anîn. Pişt re jî li ser “pirsa kurd” bûn xwediyê pêşniyar û projeyan. Di van çend salên dawî de di “pirsa kurd” de xwestin ku giraniyekê çê bikin. Di ev sala dawî de jî, “pirsa kurd” ji bona wan di nav gelek pirsên Tirkiyeyê de bû pirseke serek e. Heta ez dikarim bibêjim ku Tevgera Gulenî, dezgeh û nivîskarên girêdayî Tevgera Gulenî di van demên dawî de di “pirsa kurd” de bûn teref. Bi taybetî jî di referanduma makezagonê de “pirsa kurd” gelek zêde wek argument bi kar anîn. Bi dezgeh û nivîskar kurd re pêwendiyên xwe pêş xistin.

Tevgera Gulenî, dezgeh, nivîskar, siyasaetvanên vê tevgerê piştî ku bi “pirsa kurd” re pêwendiyan xwe xurt kirin û di “pirsa kurd”de bûn teref, ji bona çareseriyê proje afirandin, ji bona wan “demokrasî, maf û azadiyên mirovî” jî, bûn mijarên girîng. Heta ez dikarim bibêjim ku di nav demê de di pirsa demokrasî, maf û azadiyên mirovî de gihîştin qonexeke sîstemetîk. Ji bona xwe, di pirsa demokrasiyê de jî paradigmeyeke xurt pêk anîn, dixwazin ku “pirsa kurd” di wê çarçeweyê de hepis bikin û çareseriyekê ji “pirsa kurd” re bibînin.

Başurê Kurdisranê jî, Gulenî,  bi dibistanên Tevgera Gulenî yên li Başurê Kurdistanê û bi taybetî jî bi civîneke Abantê ya li Hewlêre hatibû darxistin, ji nêzik de nas kir. Piştî wê jî li Başurê Kurdistanê rojname, kovar, lêkolîneran li ser Tevgera Gulenî rawestiyan. Di derbarê Tevgera Gulenî û nasnameya Gulenî de jî nivîs hatin nivîsandin.

Hikumet û desthilatdarên Başurê Kurdistanê, di qonaxa civîna Abantê de gihîştibûn wê qenaatê ku Tevgera Gulenî di navbeyna wan û Hikumeta Partiya AKê de dikare bibe navbeynçî. Bi vê jî gelê me li Başurê Kurdistanê, bi rûyê Tevgera Gulenî ya siyasî û dîplomatîq re rûberû bû.

Tevgera Gulenî ev xebat û hewildana xwe ya di derbarê “pirsa kurd” de bi televîzyoneke kurdî û bi Dinya TVê ye gîhande qonaxeke nû.
Helbet piştî ku Tevgera Gulenî televîzyoneke kurdî ava kir û dest bi weşanê kir, Tevgera Gulenî zêdetir bala kurdan kişand. Gelek xwezayî ye ku kurd li ser qerektera Tevgera Gulenî, armanca Tevgera Gulenî, sedemên ku Tevgera Gulenî ew aniye vê merheleyê bifikirin.

Ez jî dixwazim li ser van mijaran rawestim.

Tevgera Gulenî…

1- Bingeha/hîma fikrî ya Tevgera Gulenî ji aliyê Fethullah Gulenî de hat tespît kirin û hûnandin. Fethullah Gulenî, kesekî oldar û alimekî îslamî ye. Fettullah Gulenî bi xwe felsefeyek ava nekiriye. Serkaniya felsefeya wî, ne Seîdê Kurdî ye,  Seîdê Nursî ye. Lewra Fettullah Gulen kesekî mihafazakar û nasyonalîst e tirk e. Ji bona ku nasyonalîstê Tirk e, xwe ji nerînên Seîdê Kurdî yên kurdî û kurdbûna Seîdê Kurdî dûr xistiye. 

Fethullah Gulenî ji bona ku filozof nîn e, ji bona xwe felseyeke oldarî ya  organîk û lihevkirî pêk neaniye, felsefeyeke eklektîk/birek/parçeyî pêk aniye.

2- Tevgera Gulenî xwe wek tevgereke sivîl bi nav dike. Lê Tevgera Gulenî bes tevgera sivîl jî nîn e. Di heman dem de tevgereke siyasî, aborî, dîplomatîq, perwerdeyî ye. Siyasîbûna Tevgera Gulenî, siyaseta teng û partiçitiyê nîn e. Siayeseteke civakî û firevan e. Raste rast naxwaze bibe desthilatdar û hikumeta siyasî, lê li ser desthilatdariya siyasî û hikumetan tesîr dike û bandor datîne.

3- Tevgera Gulenî tevgereke aboriyê, lewra, bi sedan xwediyê şirketan e û bi deh mîlyaran peran kontrol dike û bi kar tîne.

4- Tevgera Gulenî, tevgereke dîplomatîk e, Lewra Tevgera Gulenî di navbeyna olan de ji bona pêwendî çê bibin, hewil dide. Fethullah Gulenî bi xwe bi Papa re jî raste rast rûnişt û ji bona dîyaloga îslam û xiristiyanî xebat kir.

Di heman dem de ji bona ku Tirkiyeyê bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê hewil dide û danûstandinên dîplomatîk pêk tîne.

5- Tevgera Gulenî li gelek welatan bi riya dibistanan xebata perwerdayî dimeşînin.

Tevgera Gulenî, bi wan hemû xebatên xwe di heman dem de giraniya û înterlanda Tirkiyeyê fireh, kûr û pêş dixe.

6- Ew hemû xebatên Tevgera Gulenî, encama projeya wan ya dewleteke nû û dinyayeke nû ye. Loma jî di pêşerojên Tirkiyeyê de xwediye projeyeke nû, wîzyoneke fireh  û emperyal in. Ez dikarim bibêjim ku wîzyona wan ya dinyewî û Tirkiyeyî, wîzyona Osmaniya nû ye.

7- Tevgera Gulenî îdia dike ku di navbeyna tereftarên wan de pêwendiyeke organîk û endametî tune ye. Pêwendiya alîgiran, pêwendiyeke dılsozî ye. Loma jî Tevgera Gulenî, tevgereke rêxistinî nîn e. Li hemberî vê nerÎn û tespîtê îtirazên xurt hene ku Tevgera Gulenî tevgereke rêxistinî ye. Ez jî di wê baweriyê de me ku Tevgera Gulenî di heman dem de tevgereke rêxistinî ye.  Lewra dema ku Tevgera Gulenî, tevgereke rêkxirawî û rêxistinî nebe, ew wîzyona xwe ya Tirkiyeyê, dinyayê, aboriyê, dîplomasiyê, perwerdeyî ye nikare bimeşîne.

8- Tevgera Gulenî, her çiqas tevgereke olî ye jî, ji bona ku mihafazakar û nasyonalıst e, li hemberî dewletê mixalefetek û têkoşînek radîqal nemeşînin. Her demê di çarçeweya dewleta unîter, neteweyî û kemalîst ya tirk de bi metdodekî fetihkirinê û xwe bi cîh û cîh kirinê meşandiye. Loma jî, dem hatiye pitgiriya kemalîstan, dem hatiye piştgiriya mihafazakaran, dema hatiye, piştgiriya lîberalan kiriye. Ecevît kesekî kemalîst û dewletparêz û statuparêz bû, Tevgera Gulenî piştgiriya wî jî kir. Piştgiriya Hikumete Demîrel jî, hikumeta Ozalî jî kir.  Nûha jî piştgiriya Hikumeta Erdoganî dike.

Loma jî Tevgera Gulenî, bi xwe xwediyê awayekî û terzeka taybetî ya mixalefetê ye.

Ji bona vê yekê her çiqas hebûna îdeolojiya kemalîzme û dewleta kemalîst li dijî oldarî, kurditî, komûnîzmê; li dijî fikrên cûda, neteweya kurd û kêmneteweyan, sinif û tebeqeyên cihê bû jî, Tevgera Gulenî raste rast hîç demekê nehatiye hemberî dewletê.
 
9- Tevgera Gulenî, ji bona a ku referansên xwe ji fikr û felsefeya Seîdê Kurdî digre, Tevgera Gulenî di nav kurdan de jî her dem xurt bûye. Îro jî xurt e.

Tevgera Gulenî,  ji bona ku nasyonalîst a tirk e, wek min li rêzên jorîn jî qal kir, ji fikrên kurdî yên Seîdê Kurdî û ji nasnameya wî ya kurd xwe dûr xist. Dem û dem jî, ji kurditî re dijminitiyeke xurt kir.

Ummetçitiya Fettullah Gulenî, milî ye, loma jî îslamiyeta wî îslamiyete tirk e.
 
Gelo Tevgera Gulenî çima ji demokrasiyê, maf û azdiyên mirovî, “pirsa kurd re” xwedî derdikeve?
M. kemal Ataturk û hevalên wî, desthilatdarî ji xelîfan û sultanên osmanî wergirtin. Loma jî desthilatdariya Kemalîst raste rast li dijî îslamiyetê ava bû. Di heman dem de ji bona ku neteweya kurd înkar kir, li dijî kurdan ava bû. Ji bona ku bes îdeolojiyek pejirand, ji derveyî kemalîzmê li dijî hemû fikr û îdeolojiyan ava bû. Dewleta Tirk, dewleteke yek miletî, yek olî, yek mezhebê, yek îdeolojiyekê ye. Dewleteke otorîter û faşîst û kolonyalîst e.

Tevgera Gulenî ji bona ku jiyana xwe bidomîne û xwe rêbixe, mecbûr bû ku ji demokrasiyê, ji maf û azadiyên mirovî re xwedî derkeve. Ew helwesta xwe pêş ve jî bir. Ji Yekîtiya Ewrupayê re xwedî derket, ji bona ku Tirkiyeyê bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê xebat dike û pêwendiyên dîplomatîk dimeşîne.

Ji vê yekê girîngtir mijar ew e ku Tevgera Gulenî, di heman dem de li hemberî dewleta kemalîst dewleteke nû tesewwur dike, loma jî dixwaze ku dewleta tirk ji nûve ava bibe. Dema ku dewlet jinûve bê ava kirin, heger wek dewleta kemalîst “pirsa kurd” bi awayekî çareser nebe û kurd, di dewleta nû de cîh negrin wê demê ferqeka dewleta nû ya kevn na be.

Tevgera Gulenî ji bona ku dewleta nû di çarçeweya împaretoriya Osmanî ya Nû de tasawur dike, kêmtirin ew siyaseta împaretoriya Osmanî ya di derbarê neteweyan û kêm neteweyan de dipejirîne. Di Împeratoriya Osmanî de jî nasnameya kêmneteweyan û neteweyan dihat nas kirin, herêma kurd xwediyê otonomiyeke sînorkirî bû. Loma jî Tevgera Gulenî di dewleta nû de dixwaze ku kurd bi awayekî di nav sîstemê û dewletê de cîh bigrin. Kurd jî, xwediyê mafên sînorkirî bin.

Li cem van sedaman di nav Tevgera Gulenî de hebûna kurdan jî rolekî mezin dilîze û zor dide Tevgera Gulenî ku ji bona kurdan karekî bikin, bersîva hewcedariyên wan yên civakî û çandî bidin.

Li aliyê din li Bakurê Kurdistanê Tevgereke Islamî ya Kurdistanî diqewime. Ew jî dibe sedem ku kurd ji Tevgera Gulenî dûr bikevin. Lewra kurdên îslamî di wê nerînê de ne ku îslamiyeta Tevgera Gulenî û tevgerên din yên tirk, nasayonalîst û nîjadperestiya tirk in.
 
Çima Televîzyoneke kurdî…
Girêdayî van sedemên gelek girîng avakirina televîzyoneke kurdî ji bona Tevgera Gulenî hat rojevê.

Xebata televîzyonê di Hezîrana 2009-an de dest pê kir. Piştî xebeteke 11 mehan, di 22-ê Tirmeha 2010-an de jî dest bi weşana ceribandinê/testê kir.

Navê televîzyonê, “Dinya TV-ê” ye. Navê televîzyonê, ji wîzyona Gruba Samanyoluyê tê. Samanyoluyê beriya ku televîzyona bi tirkî jî ava bike, xwediyê “Radyo ya Dinyayê” bû.

Berpirsiyarê “Dinya TV-ê” diyar dike ku “ji bona ku demokrasî li Tirkiyeyê pêşbikeve û bibe dezgehî; pirdengbûn û pirrengbûna civakî bê jiyandin,  çandî û zimanê kurdî jî bê jiyandin û bê pêş xistin”, Dinya TVê ava kirine.

Navenda Dinya TVê, Enteb e. Enteb, bajarekî Kurdistanê ye. Karsazên Entebê jî, şerikên Dinya TVê ne.

Dinya TVê, piştî TRT-6ê li Tirkiyeyê televîzyona yekemîn ya neteweyî ye. TRT 6 televîzyona dewletê ye. Dinya TVê televîzyoneke taybet e.

Dinya TVê, ji bona ku li Rojhilata Navîn, li Iraqê, li îranê, li Tirkiyeyê, li Suriyeyê hemû kurd temaşe bikin, hatiye projekirin.

Berpirsiyarê giştî yê Dinya TVê, Remzî Ketencîyî ye. Ev kesa beriya ku bibe berpirsiyarê Dinya TVê, berpirsiyarê Telkevîzyona Samanyoluyê yê Enqereyê bû.

Di Dinya TVê de weşan û bername dê bi piranî ji sedî heştê (%80) yî dê bi kurdî bin, û ji sedî bîst (% 20) jî tirkî bin. Bernameyên kurdî dê bi du zaravan, zarava kurmancî û dimilî bên weşandin.

Di Dinya TVê de bernameyên taybet: Mêvan, Dengbêj, Dengê Gel e. Di programa Mêvan de mêvan beşdarî bernameyê dibin û li ser gelek mijaran bîrûreyên xwe ji gel re diyar dikin. Di bernameya Dengbêjan de, dengbêjên kurd, bi dengên xwe yên xweş, bi stranên klasîk bernameyê dixemilînin.

Di Dinya TVê de:  Bernameya Sporê û cîwanan û jinan, bernameya tendurîstî, rêzê fîlm, nûçe, bernameyên zarokan, bernameya herêmê û Kurdistanê bidin nasandin, dinyaya kar û sermayeyê dê bên pêşkêş kirin.

Di vê qonaxê de di Dinya TVê de filmên û rêzê fîlmên tirkî û beşek bernameyên tirkî dê bên wergerandina kurdî û di televîzyonê de bên pêşkêş kirin.

Di Dinya TVê de di vê qonaxê de 40 kes xebat dikin. Piraniya wan kurdî dizanin û bi kurdî perwerde bûne. Gorî baweriya berpirsiyarên televîzyonê, di qadroya xebatkar de kêmasî hebe jî, nûha 40 kes ji bona Dinya TVê têrê dike.

Amed, 30. 09. 2010

  Îbrahîm GUÇLU
([email protected])


Nerîna min :