Tevgera Gülen û PKK
Tevgera Fetullah Gülen ji ber f‘eliyetên ku li herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat pêk tîne, berteka PKK-ê dikşîne li ser xwe.
Him Qendîl, him jî hinek Kurdên din, vê tevgerê weke berpirsiyarê operasyonên KCK-ê û hinek rûdanên din yên li herêmê pêk tê, dibînin.
Me dema hilbijartinê jî dît ku PKK, mele û ‘alimên ku pêwendiyên wan bi tevgera Gülen re heye, hedef girt.
Lê dema ku em bûyerên mûşahhas (şênber) mêze dikin, em dîbînin ku kesên girêdayê vê tevgerê ji Kurda û mafên wan re bi nêrîneke erênî ve dinêrin.
Dema ku me Los Angeles ziyaret dikir, rêberê me got ku ‘zimanê Îspanyolî û Çinî li Kalîforniyayê zimanê fermî ne’, kesên ku ji Anatolyayê hatibûn, helwestên erênî dan.
Ez bawer nakim ku ev helwesta bê samîmî be, çimkî televîzyoneke Tevgerê heye ku bi zimanê Kurdî weşanê dike.
Çimkî tevger, nasnameya misilmaniyê pêş digre, derdê wan ‘peyam e’. Peyam bi kîjan zimanî ve çû giring nîne, çûyîna peyamê girînge.
Ji aliyê din bawer dikin ku hemû ziman û berhem ayatên Xwedê ne, qedexe kirina zimanan jî wek gûneh dinirxînin.
Lê tevî wan karan PKK, Tevgera Gülen dike hedef.
Çîmkî PKK ji bo hesaba xwe ya pêşerojê tevgera Gülen dijber dihesibîne.
Çawa rewşenbîr û ronakbîrên ku ji xwe cida difikirin dike hedef, tevgera Gülen jî hedef digre.
Eva jî nîşan dide ku li cem pirsgirêka Kurd, pirsgirêka PKK-ê jî heye.
Reformên demokratîk helbet gere werin kirin, di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hemû mafên Kurdan gere were dayîn.
Lê heke were hesibandin ku ev gavana yê pirsgirêka PKK-ê jî çareser bike, eva jî nerîneke şaş, hesabeke kêm e.
Çimkî wisa xûya dike ku armanca PKK-ê îro dayîna mafên Kurdan nîne, rêvebirina herêmê ye.
Rêxisitinê heta niha mafên Kurda danî rojevê, lê niha rêvebirina herêmê kiriyê hişê xwe.
Gere em bi nêrîneke wisa li bûyerên herême binêrin.
Gavên demokratîk heke tundîya PKK-ê bi dawî neke lê li herêmê di nav hemwelatîyan de yê bibe wesîla hesap pirsîna PKK-ê.
Loma gere gavên demokratîk demildest werin avêtin.
Di ser de jî ciwanên herêmê divê ji tundê, tiryakê werin xilas kirin.
Dîsa gere gavên demokratîk, ciwanan ji kûçeyan rizgar bike, ciwanê serê çiyayê jî hilde nav xwe, bibe wesila efuya giştî.
Li gor min rêya aramiya û aştiya dirêj bi vê rêyê ve pêk tê.
Ergun BABAHAN
(xeberenkurdi.com