Civak

Şahin li xwe mikur hat

Li Tirkiye doza di derbarê kuştiyên bê serûşûn hatîn kirin berdewam dike. Ev yek gava herî girînge ku bikaribe rastiya dezgehên tarî derêxê hole. Wek tê zanîn di salên 90-î de bi hezaran kes ji aliyê dezgehek tarî ku hukumetê damezirandibû hatin kuştin. Lê tucara kesekî nezanî ku kî van kuştina dike û ev pirs neket dadgehan de û tu lêpirsîn nehatin kirin.

Serokwezîra berê Tansu Çîler û Wezîrê navxe Mehmet Agar serkirdatiya vê dezgeha tarî dikiran. Niha prosesa  darizandina hinek berpirsiyarên vê dezgeha tarî destpêkiriye. Dixweyê dê ev darizandin berfireh  bibe û ihtimala ku bigihê heta Mehmet Agar û Tandu Çîler jî heye.

Dema ev yek pêk were, dê qonaxek tarî li Tirkiye bête ronî kirin. Ev yek jî dibe baweriyek ji  bo aşitiyek civakî.

Di vê derbarê de di destpêkê polisek ku di nav vê dezgeha tarî de kar dikir hat girtin û li xwe mikur hat. Li gora agahdariyên ku polisê bi nave Ayhan Çakir dayin, niha jî berpirsê ofisa tevgera taybet yê berê Îbrahim Şahin hate girtin. Li gora ragihandinên medya Tirkî. Şahin di êfada xwe de gotiye ku, “Eger di hole de rêxistinek nehînî hebê, herin ji Mehmet Agar bipirsin. Ew van tişta dizane“

Herweha şahîn li xwe mikur hat ku ji bo  kuştinê di destê wan de listeyek ya kurdan hebû. Wek tê zanîn hinek kurdên wek,Behcet Canturk , Receb Kuzu, Fevzî Aslan, Şahin Aslan, Savaş Buldan, Haci Karay û Medet Serhat bi destê vê rêxistina tarî hatine kuştin û heta niha jî kesek di derbarê kuştina van kurdan de nehatiye darizandin.

Listeyek ku ji 67 navan pêkdihat li hêviya kuştina xwe bûn. Girtina Îbrahim Şahin di vê prosesê de gavek gelek girîng e û hêviya beşek jî be ev bûyerên tarî zelal bibin.

Nûçe:Rojevakurd

Back to top button