Gul pêşwaziya Zêbarî kir

Wezîrê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî serdana xwe ya Tirkiye de gelek bi germî hate pêşêwazî kirin. Li Enqere serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul gelek bi germî pêşwaziya Zêbarî kir. Zêbarî û şanda pêre li qesra Çankaya ji aliye serokkomarê Tirkiye Gul ve hatin pêşwazîkirin û civînek berfireh di navbera şandê herdu welatan de pêkhat.

Piştî hevdîttina li gel Gul, êvarî jî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li ser şerefa Zêbarî şîvek da.
Li serşîvê  rewşa welatên Ereba û bûyerên li Rojhilata Navîn piralî hatin nirxandin. Îro jî piştî Enqere Hişyar Zêbarî serdana Stanbulê dike û li Stanbulê jî li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinekî pêktîne.

Nêrînek

  1. Fermo bibînin. Tirk wezîrên xelkê tînin ber lingên xwe, bo berjewendiyên xwe bikartînin. Osmaniyan jî wisa dikirin.\r\n\r\nSerokkomarê Îraqê, fermandarê artêsha Îraqê, gelek wezîr ûêd kurd in. Chi dikin ev kurd?\r\n\r\n- Bo axa welêt a dabirrayî chi kirine?\r\n- Bo parvekirina dewlemendiyên Îraqê chi kirine?\r\n\r\nSiyasetmedarên Bashur (serok Barzanî, Mehmûd Osman û chenên din ne tê de) teral in, erebhez in.\r\n\r\nSiyasetmedarên Bashûr feodal in, pasverû ne. Bo xelkê qurban in, bo gelê xwe “efendî” ne.\r\n\r\nEv tabloya, ev wêneya jor li kurdan heqaret e. Nivhsên nû dê van kesana rexne bikin.\r\n\r\nHeger dewleta xwînxwar Tirkiye dixwaze PKKê derîne bila berê ji Bakur derîne. Ev hemî derew in.\r\n\r\nPKK rojekê ji Bashûr derbikeve dê îcar jî bo tirkomanan Bashûr bombebaran bikin.\r\n\r\nSiyasetmedarên Bashur dil bikin, bi zanebûn û eqil sûd ji PKKê werdigirin. Gelek rê û derfetên wê hene.\r\n\r\nLê ji kê re dibêjin.. Xema siyasetmedarên Basûr nîne. Cher hebe maesh û parekanê wan tên.

Nerîna min :