Di heftiyekê de 50-60 geşte bo 25 welatan

Duhî roja çarçemiyê 12.10.2011ê, Talar Fayeq rêvebira firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî di preskonferensekê de behsa pêşkeftina firokexaneya Hewlêrê û zêdebûna jimara tûrîst û trafîka balefiran kir û got:

– Di nava salekê de, ji 01.09.2009 heta dawiya meha 8 sala 2010ê jimara geştên baelfiran bi rêjeya ji %39 zêde kir bû. Di wê demê de hijimara rêwîyan gihişte 399 hezar û 500 rêwîya.  Lê ji 01.09.2010 heta meha 8 îsal 2011ê rêjeya rêwîyan ji bo 550 hezar û 714 rêwîyan bilind bûye.  Bi vî awayî di nava heşt mehan de, li hember parsal, ji %62 zêde bûue.

Rêvbira firokexaneya Hewlêrê ya navdewletî behsa xetên asmanî kir û got:

– Nuha li belefirgeha Hewlêrê 12 xetên  asmanî bi tabloya daîmî  hene. Herwesa 4 xetên şarter ku, geştên wan rojane û heftiyane ne hene.

Talar Fayeq got jî ku jimareya geştên balefiran di heftiyekê de digihîje 50-60 geştan bo 25 welatan û “Eger karê me bi vî awayê berdewam be, ji aliyê jimare û rêjeya geştan û rêwîyan, firokexaneya Hewlêrê dê bibe mezintirîn firokexane ki Rojhilata Navîn.

Nêrînek

  1. Ji xêre xwe pirsa min bigihînin rêzdar Talar Fayeq Xanimê. Heger dikarin bi e-peyamekê jê re bishînin.\r\n\r\nHûn chima nahêlin kurdên Bakur ên li Ewropayê dijîn werin serdana Bashûr bikin?\r\n\r\nNebêjin derew e. Bi dehan mînakên wê dizanim, bûme shahîdê wê.\r\n\r\nErê hûn bo Qendîlê hesas in, ev mafê we ye ku hûn nehêlin PKKyî herin û werin Qendîlê. Viya mirov dikare hinekê fêhm bike.\r\n\r\nLê heger mirovek 48 salî, zewicî xwedî zarok û neviyan be? Heger ev mirov li Ewropayê karsaz be û wekî tûrîst dixwaze were li Kurdistanê bêhna xwe vede?\r\n\r\nHûn ê bêjin “bo wan ti astengî nîne”.\r\n\r\nLê rast nine. \r\n\r\nPismamekî min bû ew kes. Hat û we vegerand. Dûv re bû xwedî nasnameya Fransayê, dîsa hat û we dîsa nehîsht. Sedem “berê ketina we hatiye qedexekirin, heya ev biryar neyê rakirin em we nahêlin”.\r\n\r\nMînakek din: Xanimeke Bakurî li Fransa mamostetiyê dike. Pirr berê (20-25 sal berê) carekê li ser navê PKKê hatiye girtin. Du-sê mehan li girtîgehê maye û beraat kiriye. Niha dijberê PKKê ye û hevwelatiya wê ya fransî heye. We ew jî dersînor kir.\r\n\r\nBi dehan mînakan dikarim bidim.\r\n\r\nLi balafirgehê hin mirov hene di destên wan de lîste hene, nahêlin Bakurî bikevin hundir. Kê ne ev kesana ku mirovan dikin odeyan û lê dipirsin?\r\n\r\nLi balafirgehê ji xelkê re dibêjin “Tirk nahêlin em Bakuriyan bihêlin hundir. Herin li Ewropa ji PDK û YNKê destûrê bigirin, chend shahîden bibînin ku hûn ne PKKyî ne û dîsa werin”.\r\n\r\nHêjano li Bakur herkes ne PKKyî ye. Dibe ku mirov li ser navê PKKê hatibe girtin jî ku li Bakur kurdên nehatine girtin hema hema nînin.\r\n\r\nEv siyaseta we ne zîrek, ne adîl e. Karê gundiyan e. \r\n\r\nMafê her kesê heye seyranê bike. Heger mirov PKKyî ne ûêd ma polîsên we hene bila bigirin, bidin dadgehê. Mafê we nîne hûn mirovan asteng bikin.\r\n\r\nEz jî dixwazim rojekê werim lê heger hûn min vegerînin, ez ê giliyê we bikim, vê meseleyê heya NY bibim. Lewra mafê seyahetê mafeke bingehîn û navneteweyî ye.\r\n\r\nWe bi tundî rexne dikim.\r\n\r\nHûn karê xwe bash nakin.\r\nHûn birêveberên balafirgehan ên Bashûr bi mentiqa gundîtiyê dixebitin.\r\n\r\nQet dilê xwe jî negirin. Em Bakurî bêdadî û neheqiyê hîch napejirînin.\r\n\r\nEm bi destketiyên we serbilind in û ew der welatê me ye jî.^\r\n\r\nRê vekin em jî werin ji xwe li wir kargehan vebikin, li welatê xwe bijîn. \r\n\r\nXwe ji tirkan re dikin qurban, carekê ji me jî hezbikin.\r\n\r\nSilav û rêzên xwe bo rêzdar Xanim Fayeqê û rayedarên din dishînim.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: