Polîtîk

Tevgera Goran YNKê telaq dide

Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê, li roja 17.05.2016ê li bajarê Silêmaniyê û bi amadebûna Celal Telabenî sekreterê giştiyê YNKê û Newşêrwan Misteva serokê Tevgera Goranê, rêkeftineke hevbeş îmza kiribû.Di dema îmzakirina wê rêkeftinê ku her du aliyan jê re digot Rêkeftina Dîrokî, mediya her du patiyan bi coşeke mezin behsa naveroka rêkeftinê û giringiya wê ji bo pirosesa siyasî li herêma Kurdistan û Îraqê kir.Li gor wê rêkeftinê serokatiyeke hevbeş ji YNK û Tevgera Goranê hat pêkanîn û hemû çalakiyên siyasî li Îraq û Kurdistanê bi hevre bikin û ew serokatiya hevbeş berpirsa hemû dosyeyan be.Di warê piraktîkê de, ji bilî pêkanîna seroaktiya hevbeş, yek mede û bendên wê rêketinêm ku ji 25 made û 11 beşan pêk tê, nehatinê bi cî kirin.Îro roja 20.12.2017ê tevgera Goranê bi awayekî fermî ew rêkeftin rawestanind û êdî akrê bi wê rêkeftinê nake. YNK jî dibêje ev biryara Goranê revîne ji perpirsiyariyê.

Back to top button