Polîtîk

Rewşa Kurdistanê hate nirxandin

Li Bakurê Kurdistanê bajara Wanê konferansek di derbarê rewşa her çar beşên Kurdistanê de hate li darxistin. Di konferansê de serokê PAKÊ Mistefa Ozçelik, Endamê Mekteba Siyasê ya PDKê Kemal Kerkûkî, serokê berê yê ENKSê Brahim Biro û endamê serkirdeyatiya PDKÎranê Saleh Qadirî amade bûn.Di konferansê de:Mustafa Özçelik li Wanê konferansek li dar xist :”Ne AKP,  Ne CHP,  Ne İYİ Parti;  Divê Alternatîfa Me ‘Bloka Kurdî’ Be!”Roja 17yê Berfanbara 2017yê Serokê PAKê Mustafa Özçelik, li ser rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê li Teşkîlata Wanê ya PAKê konferansek li dar xist.Herweha  Endamê Polîtburoya PDKyê,  Fermandarê  Pêşmerge yê Enîya  Rojavayê Kerkûkê û yê Pirdê Dr. Kemal Kerkûkî, Serokê ENKSyê Îbrahîm Biro û Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Îranê û Berpirsê Buroya li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî jî bi telekonferansê beşdarî konferansê bûn.Di destpêka Konferansê de endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan, di derbarê girîngîya roja 17yê befranbarê de axaftinek kir. Hanifi Turan got ” Îro Roja Ala Kurdistanê ye. Îro 58emîn salvegera Bûyera 49an e. Îro roja 71emîn a salvegera şikestin û rûxandina Komara Kurdistanê ye”. Hanifi Turan bi kurtayî behsa wate û girîngîya van her sê bûyer û  rojên dîrokî kir.Paşê jî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi sirûda netewî Ey Reqîbê rêz hate girtin.Konferans bi peywendîya telefonî ya li gel Dr. Kemal Kerkûkî dest pê bû.Dr. Kemal Kerkûkî: Referandûm, belgeya  daxwaza serxwebûnê ye!Dr. Kemal Kerkûkî,  di axaftina xwe de got ” Referandûm, mafê rewa yê her miletî ye û berîya referandûmê kesî nedizanî kurd çi dixwazin. Lê aniha me bi cîhanê da zanîn ku kurd bi rêjeyeke bilind, serxwebûna welatê xwe dixwazin” û wisa domand “Lewre, referandûm, karekî rast bû. Îro dokumanteke dîrokî hate bidestxistin  û tu kes û tu alî nikare vê rastiyê tune bike.”Li ser bûyerên 16ê Cotmehê Dr. Kerkûkî got ” Belê vê îxaneta şaxeke YNKê em êşandin bes ev naye vê wateya ku YNK bi giştî sûcdar e” û wûsa pê de çû: “YNK dostê me ye, pêşmergeyên wê jî pêşmergeyên me ne. Heke me şer bikira, dê biba şerê birakujiyê.Ji ber wê me rê neda şerê navxweyî”.Dr. Kemal Kerkûkî li ser rewşa siyasî a heyî jî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike lê Iraq dibêje dewleta Iraqê  yekqewmî ye û 55 babetên di destûrê de heta nuha jî cîbicî nekirîye.Dr. Kemal  Kerkûkî da zanîn ku nuha di navbera Kurdistan û Iraqê de ne rêkeftinek heye ne jî şer heye.Îbrahîm Biro: Siyaset, li Rojava hatiye qedexekirin.Serokê ENKSyê Îbrahîm Biro bi rêya telekonferansê hin agahî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de dan û got: “Rêkeftina Dihokê ku di navbera ENKS û TEV-DEMê de li ser hevkariya siyasî îdarî û leşkerî hatibû avakirin têk çû, bi taybetî di warê leşkeriyê de. PYDê dixwast bi tenê bi hevkariyeke siyasî şandeyên herdu aliyan jî bişînin hin deriyên navdewletî ku ji ber têkiliya bi PKKê re ji wan re hatibû girtin.”Îbrahîm Biro got, ” Nuha li Rojavayê Kurdistanê siyaset yekalî ye û hatiye tunekirin û 52 ofîsên ENKS û partiyan hatin girtin û şewitandin”. Her weha Serokê ENKSyê got ”Têkiliya rejîma Sûriyê ku berê bi PKKê re hebû lê piştî şoreşa Rojava hinekî têk çûbû, dîsa vegeriya eslê xwe û aniha tekiliya rejîmê digel PYDê heye û li hin deverên wekî Hesekê, Qamişloyê rejîm hebûna xwe didomîne”.Îbrahîm Biro anî zimên ku rêkeftinên PYDê digel Emerîka û Rûsyayê bi tenê di warê leşkerî de ne ku tu dokument bo mîsogerkirina mafê miletê kurd nehatiye îmzekirin. Biro got ”Têkiliya PYDê ya siyasî bi tu aliyan re tune ye ,bes têkiliya siyasî a ENKSê bi Rûsya û hemû aliyên siyasî re heye”.Mihemed Salih Qadirî: Kurdên Rojhilat di bin zilma Îranê de ne! Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îranê û Berpirsê Buroya  Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, behsa rewşa kurdên Rojhilat kir û got: “Rojhilata Kurdistanê di bin zilma Îranê de di rewşeke gelekî zehmet de ye. Gelê kurd, gelek caran xwest pirsgirêka kurd, bi aştiyane, bi rêya danûstandin û diyalogê were çareserkirin lê mixabin rejîma Îranê ne ku tenê bersiva kurdan neda, fetwaya cîhadê li hemberî gelê kurd da”.Mihemed Salih Qadirî bi berfirehî behsa têkoşîna netewî ya li Rojhilatê Kurdistanê û sîyaseta rejîma Îranê kir. Mihemed Salih Qadirî  got ” Rejîma Îranê rê nade ku tu partî yan jî dezgehên bi navê Kurd û Kurdistanê bi awayekî legal xebatên xwe bimeşînin”. Herweha Mihemed Salih Qadirî di derbarê peywendîyên partîyên Kurdan yên li Rojhilatê Kurdistanê de agahdarî da.Özçelik:  Ne AKP,  Ne CHP,  Ne İYİ Parti;  Divê Alternatîfa Me ‘Bloka Kurdî’ Be!Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) panorameyeke giştî raxiste ber çavan û got ”Digel ewqas, kuştin û talankirinan hê jî zimanê kurdî qedexe ye, gotina ‘ez kurd im’  ji al’iyê Dewleta Tirkîyeyê weke nijadperestî  tê îtham kirin”. Mustafa Özçelik bal kışand axaftina Osman Baydemir ya li Parlamentoya  Tirkîyeyê û  got ” Birêz Osman Baydemîr li Meclîsa Tirkîyeyê behsa hebûna Kurdistanê kir lê tûşî êrîşan bû, ceza lê hate birrîn. Em Birêz Baydemirî pîroz dikin, piştgirîya wî dikin  û vê cezaya hanê jî şermezar dikin.”Mustafa Özçelik  got ku  ”Ew ên 94 sal e vê jiyanê li me rewa dibînin îro jî bi navê AKP, CHP, MHP û İyi Partiyê cardin dixwazin me mehkûmî vê siyaseta înkar û bişaftinê bikin.  Lê divê em weke kurd û Kurdistanîyan bikaribin vê siyaseta li dijî mirovahiyê, dijî mafê miletê Kurd bidine sekinandin”.  Mustafa Özçelik got ” Di warê azadî, demokrasî û mafên mirovan de jî ji  xeynî hin cudahiyên biçûk û şiklî , tu cudahî di nava van partiyan de tuneye”.Mustafa Özçelik, bang li kurdan kir û got ” Divê êdî gelê kurd, bi dîmena oldariyê ya AKPê nexape û jê re beje ‘NA’ û tu partiyên ku dengên kurdan distînin divê van partiyan, AKP, CHP, İyi Parti û yên weke wan weke adres  nîşanî kurdan nedin” û wisa domand: “Divê em di bin sîwana programeke netewî û demokratîk ku  pîvanên demokrasiyê , mafên mirovan, azadî û mafên jinan ji xwe re kirîye bingeh kom bibin û hev bigirin. Divê berîya her tiştî em bibin ”Em”. Divê em ”Bloka Kurdî” ava bikin. Heger em vê Blokê ava bikin li ser vê bingeh û  programê bi her aliyan ve em dikarin diyalogê deynin   û zemîna hevkarî û tifaqê dikare bêne nirxandin”.Li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî  Mustafa Özçelik got ”Êdî pir zelal tê dîtin ku derdê Hikûmeta Iraqê ne tenê referandûma serxwebûnê bû. Bexda dixwest hemû destkeftiyên Kurdistanê û herêma  Federal ji holê rake. Referandûm nebûya jî Bexdayê dê li gel Îranê û bi piştgirîya Tirkîyeyê êrîşê bîne ser kerkûkê û navçeyên din. Ev plan îro aşkeretir bûye”.Mustafa Özçelik bal kişand ser helwesta Emerîka û hinek dewletên din û got: ”Wan dewletên ku çavên xwe ji dasgir kirina kerkûkê girtin û dibêjin  ‘em piştgirîya di nav Iraqeke bihêz de Kurdistaneke bihêz dikin’ û daxwaza cîbicîkirina Destûra Federal a Iraqê  û nexasim xala 140î dikin. Mustafa Özçelik anî zimanku  gelê Kurdistanê bi yekîtiya navxweyî, bi yekrêziya pêşmergeyê dê dawî li vê rewşê bîne  û ew xakên ku hatin dagirkirin an di çerçoweya xala 140î ya destûrê an jî bi rêya têkoşîn û serhildana gelê me  dê bê rizgar kirin”.Her wiha Mustafa Özçelik got ” Berpirsiyarî û erkeka  dîrokî ya Hikûmeta û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ew e ku  destkeftiyên heyî  biparêze, yekrêzîya navxweyî pêk bîne û nuha neyê bicihkirin jî, xwedî li îradeya referandûmê derkeve. Em bawer dikin ku di demeke maqûl û minasîb de Kerkûk jî  dê bê rizgar kirin û bi wê kilîda referandûmê dê derîyê serxwebûn ê jî bê vekirin”.Mustafa Özçelik di derbarê Rojavayê Kurdistanê jî weha got” Îro li himberî Rejîma Esad jî, li hibber mixalefeta sûrîyeyê jî, li himberî Emerîlka û Rûsyayê jî hêza herî mezin ya Kurdan yekrêzîya û tifaqa navxweyî ye. Bicîh anîna Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê gava esasî û netewî ye”.Mustafa Özçelik bangî hemû partîyên Kurdan yên li Rojhilatê Kurdistanê jî kir û got, ji bo ku em bikaribin feydeyê ji firsendên bê ber derîyê me  ji dest bernedin, gava ewil yekrêz û tifaqên netewî û demokratîk in ”.Konferansa PAKê ya li Wanê li gel qedexe  û zextên Rewşa Awarte jî bi nîsbeya beşdarîya xwe, bi mustewayê beşdaran gelekî balkêş bû, hêvîbar bû.Gelek nûnerên partîyên sîyasî û yên  dezgehên sivîl û rojnamevan, sîyasetvan û rewşenbîr beşdarî Konferansê bûn. 18.12.2017 

Back to top button