CivakPolîtîk

Tevger ne PKKe ye lê dewlet israr dike

Li Bakurê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Kurdistanê siyasetek gelek vekrî, şefaf û eşkere dikin. Tevger Kurdistanine ûbehsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Nîşana wan Ala Rengîne û rêbaza wan rêbaza adî, Şêz Seîd û Barzaniye.Dadgehên dewletê jî vê yekê baş dizanin lê bi israr dixwazin bi navê PKKê van ciwanên li ser xeta netewî bigrin û dadgeh bikin.Li ser vê yekê Tevgerê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REHevalên me yên Qosar/Mêrdînê di 22.05.2015 de ji bo bîranîna şehîdên ku li hember terorîstên DAIŞê şer kiribûn pêşangeha sûretên şehîdan çêkirin. Berî Qosarê bi du hefteyan me heman pêşangehê li Amedê jî çêkiribû. Wek ku me berê jî bi raya giştî ya Kurdistanê re parvekiribû şaredariyên HDPê bo pêşangeha sûretên şehîdan li Amedê jî li Qosarê jî astengiyan derxistin bo me.Li ser pêşangeha Qosarê 3 hevalên me îfade dabûn û ji wan hevalên me re dozê vekirin. Hinceta dozê “propagandaya rêxistina terorê” ye.Em Pêşangeha sûretên şehîdan çêdikin. HDP û qeymeqamî û dozgerî bi hev re ji me re astengiyan derdixin. Lê di encam de dozgerî bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” (ku wek ku di belgeyê de jî xuya ye ji rêxistina terorê qesta wan PKK ye, yanî bi hinceta propagandaya PKKê) dozê li hevalên me vedike.Em dewletbûna/serxwebûna Kurdistanê dixwazin û li hemû derê jî tînin ziman. Dîsa em li hemû platforman dibêjin û dinivîsin ku dewleta Tirk dagirker e. PKK jî eşkere dibêje ku ew dewletê naxwazin û armanca wan demokratîkkirina Tirkîyeyê ye. Bi ser van tiştan teva, dewlet çima bi hinceta “armanca parçekirina Tirkîyeyê” dozê li me venake lê bi hinceta “propagandaya PKK” dozê li me vedike?Em serxwebûnxwaz in û dewletbûna Kurdistanê li her pênc perçeyan diparêzin. Emê dîsa li hemû platforman fikrên xwe eşkere û bêtirs bînin ziman. Lê emê nebin perçeyek lîstika qirêj a dewleta dagirker û dûvikên wî. Dewleta dagirker nikare bi van lîstikan bi me re şûnde gav bide avêtin. 12.04.2016TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ13015276_982410378474386_1594952401639548762_n12932925_982410381807719_3780286956710853335_n 

Back to top button