CivakPolîtîk

Ji bo çareseriyê berê xwe didin Barzanî

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê û şanda li gel kir.Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokê Encumena Bilinda Îslamî li Iraqê behsa kongreya dawî ya Encûmena Bilinda Îslamî û rasparde û biryarên kongreyê kir û her wiha nêrînên Encûmena Bilinda Îslamî ya di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û behsa wan kartan kir ku Encûmena Bilinda Îslamî ji bo çareserkirina qeyrana Iraqê pêşkêşî her sê Serokayetiyên Iraqê kiriye.Li beranber da Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya Encûmena Bilinda Îslamî û hilbijartina Seyîd Emmar El Hekîm ya wekî Serokê Encûmena Bilinda Îslamî kir û li axaftina xwe de siyaset û bîr û raya Herêma Kurdistanê ya li ser qeyrana siyasiya Iraqê ji bo şanda mîhvan xisterû.Her li vê civînê de di derbarê sedemên qeyrana siyasiya Iraqê û rêyên çareserkirina vê qeyranê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li wê yekê kirin ku bi bêyî berçavgirtina bingehên şeraketa rasteqîne çareserkirina qeyrana siyasî pêknayê û ew girift kûrtir dibin. Her wiha her dû alî eve jî dûpat kirin ku pêwîste ew hêzên rola wan li rûxandina rejîma berê û xebata li dijî dîktatorî da hebûye rola xwe ya li çareserkirina giriftan û proseya siyasî de bibînin.

Back to top button