Tahir Adiyaman birîndar kirin

Çekdarên PKKê serokê êşîra Jîrkiya Tahir Adiyaman birîndar kir.Li ser vê bûyerê Mehmet Adiyaman ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da û got: Dema Tahir, kurê xwe û du mirovên xwe ji bo karekî taybet diçûn navçeya Beytulşebabê, 5 km nêzikî navçeyê, dîtin ku rê hatiye girtin. Çekdarên PKKê rê girtîbûn. Otomobila Tahir şûnde vegeriya û çekdarên PKKê teqe li otomobilê kirin, di encam de Tahir Adiyaman birîndar bû.Herweha li ser vê bûyerê Adiyaman da xuyakirin ku, tahir li herêmê kesayetek nas e, tu tacara tevlî xirabiyekî nebûye û li deverê dema nexweşiyek hebe çareser dike.Tahir Adiyaman niha di nexweşxanê de ye û rewşa wî baş e.Lê wek tê zanîn êşîra Jîrkiya di herêmê de bi hêzin û herdemî pişgirî dana tevgera kurdî.

Nerîna min :