Teqîna Enqere: TAK

Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrişa bombeyî ya li Kizilaya Enqereyê rû da û têde 3 kes mirin û zêdetirê 30 kesî birîndar bûn girte ser xwe.

Di postaya elektronîk a bi îmzeya TAK’ê ji ANF’yê re hate şandin de gefa “çalakiya di 20’ê îlonê de li Enqereyê destpêkek e”. Her wiha TAK’ê çalakiyên li Eskîşehîr û Antalyayê jî girte ser xwe.

TAK’ê gef li hikûmeta AKP’ê xwar û got; “Weke me berê jî hişyarî kiribû, weke rêxistina me, êdî û hesasiyetên me nemane. Her der cihê çalakiyane û her der di hedefa me de ne.”

TAK’ê bal kişand ku hikûmeta Tirk bi awayeke aşkere êrişê Kurdan dike û got; “Divê em bi zimanê ku ew jê fam dikin, bersiva wan bidin” û wiha domand; “Hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi şer û hewldanên tunekirinê bersivand. Ev biryara AKP’ê berê me daye riyek bê veger.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ji niha û pêve wê hemû metropolên Tirkiyeyê di hedefa me de bin. Çalakiya li Kizilaya Enqereyê destpêkek e, êdî em dest bi çalakiyên wiha kiriye.”

TAK’ê got; “Teqînên li ser riya Eskîşehîr û Antalyayê hişyarî bûn” û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji têgihiştina cidiyeta meseleyê pir dûr ketiye. TAK’ê got; “Ji niha û pêve ji hemû şer û kuştinên mirovan Recep Tayyîp Erdogan berpirsyar e. Ji niha û pêve bila tu kesek ji me hêviya hesasiyetan neke. Hikûmeta AKP’ê biryara şer daye. Divê xwe li bandora wê ya li ser Tirkiyeyê rabigire.” (ANF)

Nêrînek

  1. BIMRI TERÖR U TERORIZIM!HUN JI XELKE SVIL CI DUXWAZIN?MA HUN JI XUNE TERNEBUN?Ve Kurdistan nava xune de hist,le hina hun nebun xwediye kevreki.We boyi imraliye hewkosa na xun rijandin ma ne bese.Hyani (TIK)u(TAK)hebe ne dewlet karexwe kani bini ci ne ni ju BDP.nikani karexwe yi demokratik bi kar bine.Bo yi ki BDP sivilize bibi mecburi xete xwena sor ji diyar biki.Le mixabin ne xete sor hene ne ji prensib hene.Ma em kanin ji BDP.bipirsin xete wena sor ciye?Azad buna imraliye ye ya ji “heku mafe kurdaye)”bi amin edi ji kurdare hereketek sivil u sefaf ku iradaxwe di hindirexede bibine ku li hemberi teröra pkk,tak u tik u dewlete derkeve.Ya ji kareme kurda zamete.

Nerîna min :