Polîtîk

Tenê ji sedî 5ê Başûrê Kurdistanê di dest DAIŞê de maye

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ragihan ku beşê herî mezin ji axa Kurdistanê û Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdarerya Herêma Kurdistanê di dest Hêzên Pêşmerge de ye, Pentagon jî aşkere dike ku, Pêşmerge 700 kîlometirê çarkoşe ji dest çekdarên DAIŞê derixtsine.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Ji 90–95 ji sedî ji axa Kurdistanê û Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê di dest Hêzên Pêşmerge de ye.”

Enwer Hacî Osman diyar kir jî ku, niha tenê nêzîkî ji sedî 5ê axa Başûrê Kurdistanê di dest çekdarên DAIŞê de ye û wiha bewrdewam kir “Bi şiyana Pêşmerge di demeke kurt de dê wê axê jî ji wan bistîne.”

Navborî amaje kir ku, serkeftinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li Şingalê û derdora Bendava Mûsilê amajeyekin ji bo nêzîkbûna serkeftina mezin û got: “Rêya serekî ya Mûsil–Tilefer–Sûriyê ne di bin desthilata DAIŞê de ye, ew jî dike ku arîşe bikevin gihandina alîkariya bo DAIŞê.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge tekez kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serpereştiya eniyên şer dike.

Ji aliyek din ve, Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerkîa (Pentagon) John Kirbey ragihand ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne 700 kîlometirê çarkoşe ji dest çekdarên DAIŞê derbixe.

John Kirbey amaje kir ku “Niha nêzîk 55 hezar kîlometirê çarkoşe di dest DAIŞê de ye, di beramber de 77 hezar kîlometirê çarkoşe di dest hikûmeta Iraqê de ye û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî 56 hezar kîlometirê çarkoşe kontrol dike.”

Navborî balkişande ser hejmara çekdarên DAIŞê û got: “Hejmara çekdarên DAIŞê di navbera 20–30 hezra kes e, lê ew hejmar berdewam tê guhertin.”(Bas)

Back to top button