Li gor amarên fermî heta niha zêdetirê 141 hezar pêketiyên Korona li Îranê hatine tomar kirin, Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Parêzgeha Kirmaşanê jî ragihand, pêşbînî dikin ku heta dawiya havînê sedî 47.5ê nîştecihên Îranê pêketiyê Koronayê bibin.

Mehmûd Reza Muradî Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê bi medyayên Îranî ragihandiye ku heta berî 10 rojan tûşbûn û can ji destdana bi Korona li parêzgeha Kirmaşanê li kêmbûnê da bû, lê belê rewş guherî û hejmara miriyan bilind bûn.

Mehmûd Reza dibêje: Xelk li wê parêzgehê gelek bi kêm pêgiriya rêkarên xweparêziyê dibin û eve jî sedemeke ku virus zêdetir belav bibe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: