Medyayên Îranî belav kirin ku erdhejeke bi 4 pile li gor pêverê rexter çend navçeyeke Rojhilatê Tehrana paytexta wî welatî hejand.

Li gor Ajansa Fars News a Îranî li gor zanyariyên destpêkê balê dikşînin li ser wê yekê ku erdhej li navçeyên Seminan, Demawend, Berdîs û Feyrozkoy pêkhatiye.

Navenda Çavdêriya Erdhejê ya ser bi saziya Ceofîzya ya li Zanîngeha Tehranê jî raygeyand: “Erdhej bi kûrahiya 12 km li navçeya Demawend ya di navbera parêzgeha Tehran û Mazenderan de bûye”.

Heta niha jî hîç zanyariyek di derbarê ziyanên canî û maddî yên vê erdhejê de nehatiye ragihandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: