Taziya Xwedêjêrazî Mahmut Al

Di 2ê adara 2022an de, siyasetmedar û welatparêza hêja, heval û hogirê me yê bi rûmet Mahmûd Al (Eczacî) di encamê nexweşîya malkambax ya pençeşerê de, li Stockholmê koça dawî kir û ji nav me bar kir.
Em bi koça dawî ya kekê Mahmûd gelekî êşîyan û xemgîn bûn. Di 24ê adarê de, malbat, heval û hogirên kekê Mahmûd wê li Stockholmê wî bispêrin axa sar.
Em jî heval û hogirên wî yên li welêt dixwazin di vê tarîx û cihê ku li jêr hatiye nivîsandin de, kekê Mahmûd bi rêz û hurmet bi bîr bînin û xatirê xwe ji wî bixwazin.
Em carek din sersaxîyê ji malbatê, heval û hogirên kekî Mahmûd û miletê Kurd re dixwazin; em êş û xema malbatê par ve dikin.
Bila ruhê kekê Mahmûd şad û mekanê wî rohnî be!
Kekê Mahmûd wê her di dilê me û têkoşîna rizgarîxwazîya neteweyî de bijî!
Oxir be Kekê Mahmûd
Tarîx: Şemî, 26.03.2022 seet: 10:00 – 16:00
Cîh: Komeleya Swêregîyan (Siverekliler Derneği)
Taxa Peyasê , Kuça 226.an
Li paş Polat Petrolê, Kayapinar/ Diyarbekir
Peyas mah, 226 sok
21070 Kayapınar
Diyarbakır Polat petrol arkası
Li ser navê heval û hogiran:
Sait Aksoy
Eyub Alacabey
Îbrahîm Güçlü
Cano Amedi
Cabir Yoldaş
Îsmaîl Ay
Yusuf Aydin