Taybetiyên Şoreşa Îlonê û Barzanî: Serokê Şorêşê
Taybetiyên Şoreşa Îlonê û Barzanî: Serokê Şorêşê…
Kurdistan, di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şîrinê di navbeyna împaratoriya Osmanî û Fars de bû du parçe û ket bin bandora herdu împaratoriyên dagirker. Kurdistan, hezar mixabin bi ew halê xwe jî nema, piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn û bi taybetî jî piştî ku Împartatoriya Osmanî hat rûxandin û Kemalistan desthilatdarî jı Osmaniyan wergirtin; dewleta unîter û milî ya tirk ava kirin, di sala 1923-an de encama Peymana Lozanê jî bû çar parçe. Dewleta Tirk, Îranê, Iraqê û Suriyeyê li çar parçeyên Kurdistanê bûn desthilatdar û metîngehkar. Kurdistan jî bû welatekî kolonî ya navneteweyî li Rojhilata Navîn.
Miletê Kurd û serokên Miletê Kurd, ew statuya li Kurdistanê û xesipkirina mafên neteweyî, nepejirandin û her dem li hemberî vê statuya kolonî û kolonyalîst şer kirin û serîhildan. Ev serîhildana him di dema Imparatıriya Osmanî û Farsî de, hem jî di dema çar parçebûna Kurdistanê de pêk hatin.
Gelek aşkere ye, ku miletê kurd du sed sala, ku ji bona serxwebûn û azadiya xwe li ber xwe dide û têkoşîna xwe dimeşîne. Di dema împaratoriya Osmanî de serîhildana Şêx Ebdilkadir Nehrî û Mîr Bedîrxan Beg gelek girîng in. Piştî Peymana Lozanê jî li hemû parçeyên Kurdistanê gelek serîlhildanên milî, ji bona ku dewleta kurd ya serbixwe ava bibe û miletê Kurd azad bibe, pêk hatin. Ew serîhildanan li Iraqê di bin serokatiya Şêx Mehmud Berzencî de bi avabûna Kurdistanê û li îranê di bin serokatiya Qazî Mihemed de di demeke kurt de be jî, bi Komara Kurdistanê ya Mehabadê encam girt.
Lê pişt re him Kurdistana serbixwe ya melîkî li Başurê Kurdistanê, him Komara Kurdistanê ya Mehabadê û him jî hemû serîhildanên di dema Osmanî û Farisan de, him jî serîhildanên miletê kurd yên di dema dewletê milî ya erebı û tirk û îranî de bi zor û şideta dewletê hatin temirandin.
Serîhildan û Şoreşa Îlonê, di navîna sedsala 20-an de, di 11-ê Îlona 1961-an de pêk hat. Ev serîhildan û şoreşa di bin serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistan a Iraqê û Mele Mistefa Barzanî de pêk hat.
Şoreşa îlonê, 9 salan domand û gihêşt encamê. Di encamê de li Başurê Kurdistanê, “Hukmî Zatî” yanî “Otonomiya Kurdistanê” ava bû.
Qepasîteya “Otonomiya Kurdistanê” gelek fireh û kûr bû. Ez dikarim bibêjim ku Otonomiya Kurdistanê di qepasîteya Dewleta Federe, heta di qepasîteya dewleta konfederal de bû.
Serîhildan û Şoreşa Îlonê, bi gelek taybetiyên xwe ji serîhildanê din yên Kurdistanê cihê ye. Lê bi taybetiyên xwe dişebe Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Dewleta Melîkî ya Başurê Kurdistanê, k u di bin serokatiya Şêx Mehmud de ava bibû.
Ez nûha dixwazim li ser taybetiyên Şoreşa Îlonê; ferqa taybetiyên Şoreşa Îlonê û serîhildanên din yên Kurdistanê rawestim.
Li pişt Şoreşa Îlonê raste rast dîrokek û ceribandinek xurt heye…
Serîhildanên li derveyî Şerîhildan û Şoreşa Îlonê raste rast xwediyê dîrokek nînin. Li Hemû serîhildanên milî, xweser derketine holê û pişt re jî şikest xwarine û têk çûne.
Wek tê zanîn li Başurê Kurdistanê û li Iraqê di sala 1919-an de encama şoreşek mezin Dewleta Kurdistanê di bin serokatiya Şêx Mehmud Berzencî de ava bû. Serok û mezinên Barzanîyan ji dewleta kurd û Şêx Mehmud Berzencî re bûn piştgir. Vê dewletê heta sala 1932-an dom kir. Barzaniyan jî di vê dewletê de bûn xwediyê ceribandinek gelek mezin.
Dema ku Şoreşa îlonê dest pê kir, Mele Mistefa Berzanî û hemû serokatiya Şoreşa Îlonê xwe miradajotê dewleta kurd dizanîn û Şêx Mehmud Berzencî jî, serokê milî dipejirandin.
Mele Mistefa Barzanî, xwe temsîlkarê Şêx Ebdulselam Barzanî jî dizanî. Şêx Ebdulselam Barzanî jî, di destpêka sedsala 20-an de li hemberî Împaratoriya Osmanî serîhildabû û reforxwazekî mezin bû û li Kurdistanê di gelek qedan de reform pêk anîbûn.
Şêx Ebdulselam Barzanî, bi Komeleya Tertakkî û Tealî ya Kurd, bi Komelaya Hêvî, bi Komeleya Serxwebûna Kurdistanê, bi Şêx Mehmud Hefîdî, bi Şêx Evdilkadir Nehrî û bi axayê Şikakê Simko re jî xwediyê pêwendiyê bû.
Mele Mistefa Barzanî dema ku 3-ê saliyê di serîhildana Barzaniyan de dîl dikeve destê Osmaniyan û li Musulê bi dayika xwe re hepis dimîne.
Şêx Ebdulselam, di sala 14. 12. 1914/15-an de ji aliyê Osmaniyan de dîl dikeve û tê îdam kirin. îdama Şêx Ebdulselam li ber çavên Mele Mistefa pêk tê. Mele Mistefa wê demê zarok e û di îdama Şêx Ebdulselam de biryar dide ku tu wext dê bi destê dijminên miletê kurd nayê girtin û ji dijminên miletê kurd re teslîm nabe.
Piştî Şêx Ebdulselam Barzanî, ji tevgera kurd re birayê wî yê mezin yê Mele Şêx Ehmed ji tevgerê re serokatiyê dike û reformên Şêx Ebdulselam didomîne. Lê Şêx Ehmed di heman dem de serokatiya Şêx Evdilkadirê Nehrî dipejirîne.
Mele Mistefa Barzanî jî, bi Şêx Evdilkadirê Nehrî û bi Şêx Seîdê Pîranî re danûstandin dike. Barzanîyan, ji serîhildana di sala 1925-an de di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd Efendiyê Pîranî de li Bakurê Kurdistanê pêk tê re piştgirî dikin.
Barzaniyan, li hemberî Osmanî û Dewleta Iraqê her dem serîhildan. Barzaniyan piştî Şêx Ebdulselam Barzanî sê caran serî hildidin. Ev serîhilkdanan di sala 1932, 1943, 1945-an de pêk tên. Bi van serîhildanan Mele Mistefa Barzanî dibe xwediyê ceribanedinek mezin.
Serîhildana dawî beriya ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bibe, pêk tê. Barzanî û hevalên xwe piştî serîhildana 1945-an a ji Başurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Dema ku Barzanî û hevalên xwe derbasî Îranê/Rojavayê Kurdistanê dibin, Şerê Cıhanî ya 2-emîn qediya bû û Îran ji aliyê dewletên mûttefîq ve hatibû îşgal kirin. Li dinyayê eniya demokrasiyê xurt dibû û bayê demokrasiyê li hemû dinyayê diherikî. Ji bona Rojavayê Kurdistanê derfet çêbibû ku Komara Kurdistanê bê ava kirin û encama şertên taybet yê dinayayê û Îranê, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di bin serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û Qazî Mihemed de ava bû.
Barzanî ev ceribandina dewletbûna Kurdistanê ji nêzik de dişopîne û raste rast dibe berpirsiyarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê. Ew dibe serokerkanê Kurdistanê. Barzanî, rêvebirana dewletek serbixwe re dibe berpirsiyar. Ji vir ceribandin digre û çandek nû qezenç dike.
Encama vê ceribandinê, biryara avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê dide. Loma jî bi berpirsiyarên Partiya Şoreşê û Partiya Rizgarî ya Kurdistana Iraqê re danûstandin dike û ew partiyan xwe fesih dikin, modela PDK a Îranê dipejirînin û Partiya Demokrat ya Iraqê di 14-ê Tebaxa 1946-an de ava dibe.
Mele Mistefa Barzanî jî dibe serokê giştî yê partiyê.
Mele Mistefa Barzanî, li Komara Kurdistanê ya Mehabadê bê qeyid şert serokatiya Qazî Mihemed dipejirîne.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê hat rûxandin, Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe di sala 1946-an de encama gelek zehmetan derbasî Yekîtiya Sovyetê dibin.
Ew, li Yekîtiya Sovyetê, 12 salan dimînin û di sala 1958-an de encama guhertina rejîma Iraqê vedigerin Iraqê. Li Sovyetê rejîma sosyalıst nas kirin û bûyerên li dinyayê diqewimin ji nêzik de dişopînin.
Li Yekîtiya Sovyetan jî ceribandinên xwe zêde dikin; di derbarê sîstemên siyasî û civakî de zanyare dibin.
Şoreşa îlonê şoreşek plankirî û programkirî ye…
Serîhildanên Kurdistanê bi giştî bê plan û program, spontane dest pê kiribûn. Şoreşa Îlonê encama plan û programek xurt dest pê dike û encam digre.
Partiya Demokrat a Kurdistanê Iraqê piştî ku di sala 1946-an de ava dibe, li hemberı rejîma melîkî û faşîst, li hemberî emperyalîzma Îngilizî şerekî bi plan û bi program dimeşîne. Encama xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê, welatparêz û demokratên Iraqê, rejîma melîkî li Iraqê hat rûxandin. Evdulkerîm Qasim û Evdilselam Arif rejîm bi leşkerî xistin destê xwe.
Dema ku li Iraqê di 14-ê Tirmeh a 1958-an de darbeya leşkerî pêk hat û rejîma melîkî hat guhertin, Şêx Ehmed Barzanî, gelek berpirsiyarên partiyê û welatparêzên kurd di girtîgehan de bûn. Piştî ku darbeya 1958-an pêk hat ku wek şoreş dihat bi nav kirin, Şêx Ehmed Berzencî û welatparêzên kurd yên hepis hatin azad kirin.
Li Iraqê li ciyê rejîma melîkî, rejîma komarî ava bû. Rejîma komarî ew qedexeyên li ser zimanê kurd, perwerdiya zimanê kurd, li ser neteweya kurd û kurdistanê ji holê rakir. Kurdistan, bi navê xwe hat bang kirin. Di rejîma melîkî de Kurdistan, bi “Bakurê Iraqê” dihat binav kirin.
Rejîma Iraqê hikumeteke nû ava dikin. Di hikumetê de du wezîrên kurd jî cîh digirin. Ya girîngtir jî, rejima komarî biryar dide ku makezagonek nû bipejirîne. Encama xebatek kurt, makezagonek dipejirîne.
Di makezagonê hat tespît kırin û pejirandin ku Iraq ji du miletan pêk hatiye û ew miletan kurd û ereb in. Li İraqê du zimanê fermî hene, ew zimanan jî zimanê kurdî û erebî ye.
Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî li derve û li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li hundir bi xurtî piştgiriya rejîma nû dikin. Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji bona ku vegerin Iraqê, hewildidin Di vê pirsê de gelek dewlet û Yekîtiya Sovyetê dibin navbençî. Di encamê de şertên vegerê pêk tên. Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, pêşî diçin Romanyayê/Bukreşê, pişt re diçin Çekoslovakyayê/Pragê; di dawî de jî diçin Misirê, bi Ebdulnasır re hevdîtin dikin û piştgiriya wî qezenç dikin, vedigerin Iraqê.
Dema ku Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî tên Iraqê û Kurdistanê, bi zanyarî, bi armancek vekirî û bi plan ji rejîma komarî re piştgirî dikin. Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê legalıze dibe, kongreya wê pêk tê û partî xwe jinûve reorganîze dike.
Mele Mistefa Barzanî û partiya wî ji bona ku sîstema nû ya nîv-federal û demokrat ava bibe, bi xurtî xebat dikin. Di vê navbeyna de diçe Yekîtiya Sovyetê û bi Sovyetê re danûstandin dike, piştgiriya wan qezenç dike.
Rejîma komarî û Ebdulkerîm Qasım ji pêşketina kurdan û Barzanî gelek eciz dibe. Piştî ku wek Kemalîst xurt dibin û lingên xwe didin erdê, ew mafên ji bona kurdan hatibûn pejirandin sînor dikin. berpirsiyarên partiyê digrin û hepis dikin. Di derbarê Sekreterê Giştî yê Partiyê Îbrahîm Ehmed de lêpirsînê dest pê ikin.
Derket holê ku rejîma komarî berbi demokrasiyê ne, ber bi faşîzmê diçe. Makezagon nexin jiyanê. Mele Mitefa Barzanî û hevalên wî jî, ji bona ku xwediyê ceribandin û zanyariyek nû ne, dest ji Baxdayê berdidin û diçin li Kurdistanê bi cîh dibin. Partî jinûve sirrî û veşartî dest bi xebatê dike.. Dema ku Mele Mistefa Berzanî û serokatiya partiyê bi giştî fahm dikin, ku rejîma komarî ya nû ya Iraqê dê bi leşkerên xwe êrişî Kurdistanê bike, ew biryar digrin ku li hemberı êrişê rawestin.
Di 11-ê Îlona 1961-an de Şoreşa Îlonê gelek bi plan û bi program dest pê dike.
Armanca Şoreşa Îlonê: Otonomî bû….
Hemû serîhildanên Kurdistanê, Kurdistanek serbixwe ji xwe re kiribûn armanc. Şoreşa Îlonê, li Iraqê demokrasî û li Kurdistanê otonomî kiribû armanca xwe. Di vê armanca xwe de jî bi serket.
Şoreşa Îlonê dema ku otonomî diparast, wê demê jî ne li dijî dewletek serbixwe ya Kurdistanê bû.
Şoreşa îlonê di bin serokatiya serokek û partiyek modern û demokrat de dest pê kir û domand û encam girt…
Komara Kurdistanê ya Mehabadê ne têde hemû serîhildanên Kurdisatanê di bin serokatiya partiyek modern de nemeşiyan. Şoreşa Îlonê din bin serokek û partiyek modern de pêk hat û hat meşandin.
Serokê Şoreşa İlonê Mele Mistefa Barzanî bû. Mele Mistefa Barzanî, yek ji mîrasajotê Şêx Evdilselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî bû. Şêx Evdilselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî jî du kesên reformxwaz bûn.
Mele Mistafe Barzanî di heman dem de berpirsiyarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû. Ev komara jî, komerek modern, demokrat, hevdem bû. Komar, xwediyê makezagonek bû. Rejîma demokrat û makezagonî pejirandibû. Komar bi Yekîtiya Sovyetê re xwediyê pêwendî bû, loma jî ji aliyê civakî û çandî de pêşketî bû. Mele Mistefa Barzanî ji van hêjayiyan sûdwergirtî bû.
Mele Mistefa Beerzanî, li Yekîtiya Sovyetê rejîma sosyalıst, li dinyayê rejimên kapîtalîst, fasîst û otorîter jî baş nas kiri bû.
Mele Mistefa Berzanî di şertên Şerê Cıhanî yê 2-emîn de perwerde bibû û tê gihîştbû, loma jî çanda demokrasî ji bona wî bû bingeh.
Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê, di bin bandor û tesîra PDK a Îranê û Sovyetê de ava bibû, loma jî partiyek demokrat, civakî û modern bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, partiyek Marksîst-Lenînîst nebû, lê ji marksîzmê û lenînîzmê sûd werdigirt. Ev yek adi rêbaza xwe de jî gelek aşkere nivîsandibû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, gelek aşkere ji bona Iraqê demokrasî û ji bona Kurdistanê otonomî diparast.
Mele Mistefa Barzanî û PDK a Iraqê, li dijî emperyalîzmê bûn. Lewra wan baş dizanî ku Kurdistan bi destê emperyalîstên ingilizî bûye çar parçe û koloniyek navneteweyî.
PDK a Iraqê, li dijî rejîma melîkî bûn, rejîma komarî û demokrat diparastin.
Mele Mistefa Barzanî û PDK a Iraqê, bi Yekîtiya Sovyetê, bi gelek dewletên Ewrupayî û bi Dewleta Amerîkayê ya Yekgirtî û bi dewletên herêmê re xwediyê pêwendiyek xurt, zelal û bi plan û bi program bûn.
Serîhilkdanên din yên Kurdistanê ji serokatiyek modern, demokrat; ji pêwendiyên navneteweyî re bêpar bûn.
Şoreşa Îlonê sinifên edetî û serdest yên Kurdistanê di şoreşê de domdar kir û serokatiya xwezayî ya tevgerên milî domand…
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê piştî serîhildana milî ya dawî, sinifên serdest û edetî yên xwezayî yên tevgera milî, ji derveyî siyaset û dîrokê man. Miletê kurd bêxwedî hat hiştin.
Di vê qonaxê de jî pirsgirêka Tevgera Bakurê Kurdistanê ew e. Serokatiya sinifên ji derveyî întacê di tevgerê de nexweşiyek mezin e.
Şoreşa îlonê bi serokatiya sinif û rewşenbîrên edetî û xwezayî hat meşandin. Ew tê wê maneyê, ku ji tevayî Kurdistanê re jî rênîşan e.
Loma jî Şoreşa Îlonê bi serket. Lê lii beşên din tevgerên milî di tengasiyê de ne.
Şoreşa Îlonê şoreşek encam girtî ye…
Li Kurdistanê, di sala 1946-an de Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû. Lê ew encama şoreşekê ne, encama dîplomasiyek navneteweyî ava bû. Serîhildanên din yên li Kurdistanê heta nûha tu encam wernegirtine û hemû serîhildana şikest xwariye û serokên wan serîhildanan hatine îdam kirin.
Şoreşa Îlonê di 9 salan de encam girt. Hikumeta navendî ya Iraqê mecbûr bû ku bi serokatîiya Şoreşa Îlonê re danûstandin bike û peyman çê bike. Lewra rejîma baasê li hemberî Şoreşa Îlonê şikest xwar û baasê pejirand ku bê peyman û bê kurdan nikare dewleta Iraqê bimeşîne.
Baasê, di 11-ê Adara 1970-yî de bi Serokê Milî û Partiya Demokrat ya Kurdistana Iraqê re peyman çêkir. Li Kurdistanê otonomî ava bû.
Hezar mixabin piştî çar pênc salan dema ku rejîma baasê xwe xurt dît û Yekîtiya Sovyetê jî piştgiriya wan kir, hikumeta navendî êrişî Kurdistanê kir. Serokatiya Kurdistanê li hemberî dewletê serkeftî bû. Lê encama Peymana Cezayîrê, Iran, Iraq, dewletên din yên kolonyalîst li hemberî kurdan tîfaq çêkirin û otonomiya Kurdistanê hat rûxandin.
Lê di demeke kurt de PDK a Iraqê û YNKê, li ser mîrada Şoreşa İlonê li hemberî Dewleta Iraqê şerekî dijwar meşandin. Encama gelek zehmetiyan, Kurdistan azad kirin û di sala 2005-an de dewleta federe ya Kurdistanê jinûve ava kirin.
Şoreşa Îlonê xwediyê serokekî taybet û qerardar û têkoşer bû…
Mele Mistefa Barzanî bi ev siyaset, qerardarî, feraset, xebatkariya xwe bû serokê tevayî kurdan. Wî her dem ji şerê milî re raste rast serokatî kir û wek pêşmergeyekî têkoşîna xwe meşand. Di nav şerên gelek dijwar de cîh girt.
Mele Mistefa Barzanî zarok û malbata xwe jî beşdarî şerê milî kir û ew gelek baş perwerde kirin. Lawên wî di nav tevgera milî de rol û berpirsiariyên girîng girtin ser milên xwe. Lawê wî Mesud Barzanî seroka Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û di heman dem serokê Partiya Demokrat Kurdistanê ye.
Mele Mistefa Barzanî her demê hêjayiyên kurdan di sewiyeke bilind de parastiye û serê xwe ji dijmin re netewandiye.
Dema ku rejîma baasê xwest ku bi wî re peyman çê bike, ew neçû Baxdatê û berpirsiyarên rejîmê û cigirê Hesen El-Bekîr Seddam Huseyîn çû cem wî.
Loma jî Mele Mistefa Barzanî bes serokê Başurê Kurdistanê nîn e û ew serokê hemû kurdan e…
Amed, 05. 09. 2011
Îbrahîm GUÇLU
([email protected]