Hevpeyvîn

Hemîre Şêrwanî:Cemawerê Kurdistanê sutemeniya şoreşa Îlonê bûn

 

Pêşmerge baweriyeke tevahî hebû ku rojek dihêt her serdikevîn û rojek dihêt Kurdistan azad dibê

Ji bo 50 sal derbasbûna li ser hilpêkirina şoreşa mezina eylul (Bîranîna 50 saliya salvegera şoreşa mezin) ew şoreşa ku bi Serokayetiya bavê ruhiyê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir rêberiya wê dikir, ku destkeftekî mezin ji bo gelê me bi destxist. Li vê bîranînê de jî me bi pêwîstî zanî li gel Pêşmergeyeke qehreman û mandûnenas birêz Emîr Ehmed Emîr naskirî bi navê Hemîre Şêrwanî (79 sal) hevpeyvînek saz bikîn. Ji ber ku cenabê wî beşdarî li şoreşa eylul kiriye û rolekî xwe yê mezin li nav destanan de hebûye û piştî şikestinê jî koçberî Îran bûye û beşdarî li şoreşa Gulanê kiriye, her wiha le destana Xwakurkê jî da rolekî xwe yê ber bi çav hebûye. 

* Pêşmergeyê dilsozê Kurdistanê Hemîre Şêrwanî di derbarê destpêka çek hilgirtin û bûna bi Pêşmergeyê Kurdistanê de wiha got:

Her li destpêka serhildana wê şoreşa ku Barzaniyê Nemir rêberiya wê dikir ji bo ku êdî zulm li Kurd neyê kirin, bûme Pêşmergeyê rêbazê Barzanî û Kurdistanê. Her wiha min çek li şana xwe kir heta bikarim bergiriyê li axa Kurdistanê bikim, ku ew jî hêvî û daxwaza min bû û ji bo me Pêşmergeyan şerefekî mezin bû. Ji ber ku bavê Kurd Barzaniyê Nemir hemû car kerem dikir: Eve şerefekî gelek mezine ku wekê Pêşmergeyek li şoreşa azadiyê da beşdar bibim. Ji bo wê yekê bi baweriyeke bilind ve li beramber rêberê me Barzaniyê Nemir, em Pêşmerge amadeyê qurbanîdanê bûyîn.

* Mam Hemîre Şêrwanî di derbarê bîranînên şoreşa mezina eylul de got:

Şoreşa mezina eylul bi Serokayetiya Barzaniyê Nemir Kurd bi dinyayê nasand û pîşan da ku Kurd heye û qet dev ji mafên xwe bernade û ji bo wergirtina mafê xwe hemû demek bi hestekî neteweyî amadeye û bi bîr û baweriya xûrta gelê me ve diyarkir ku li xebatekî dûr û dirêj de nawestê. Barzaniyê Nemir şoreşê berpa kir ku bikarê mafên Kurdistanê bi dest bixe. Her wiha wê yekê dûpatkir ku wekî Kurdek hemû demek bi dil û can amadeyê xwe qurbanidana bi navê paşaroja Kurdistanekî azad deye. Bavê Kurd Barzaniyê Nemir bi berdewamî li şoreşan de rêza pêşiya xebatê bûye û planên wî yên bi berdewamî me tûşî sosretiyê dikir. Barzaniyê Nemir zulm li kes qebûl nedikir, heta ew kesê ku piştrast bû beramber neteweyî Kurdistan. Barzaniyê Nemir hemû demek kerem dikir: Cihê şanaziya ku mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê, ji bo wê yekê ez xwe bi Pêşmergeyê Kurdistanê dizanim heta ku bikarim nehêlim zulm li gelê Kurdistanê bê kirin. Ji bo wê yekê Barzaniyê Nemir roj bi roj zêdetir diçû nav dilê xelk û hêza şoreşê jî roj bi roj zêdetir dibû ji bo bi destxistina armancên Kurdistanê. Barzaniyê Nemir hemû Kurdek bi bê cûdahî kir yek. Barzaniyê Nemir wekî bav bû, ew bavê ku hemû kes hest dikir bavê xwe ye. Ez nikarim wesfa li sifetê bilindên Barzaniyê Nemir bikim. Barzaniyê Nemir xweşdivîtirîn kesê me yê Pêşmerge bû ku hemû demek wêrekiyê bi me dida. Barzaniyê Nemir okyanusekî bê sînorê bawer bi xwe bûnê bû. Barzanî gelek dûrbîn bû. 

* Di derbarê rola Pêşmerge ya li şoreşa mezina eylul de cenabê wî got:

Pêşmerge herdem canê wan li ser dest bûye. Pêşmerge baweriyeke tevahî hebû ku rojek dihêt her serdikevîn û rojek dihêt Kurdistan azad dibê. Me Pêşmergeyan bawerî bi xwe û bi rêya xwe û bi serkirdeyên xwe hebû. Li dema şer de Pêşmerge hemû demek rêza xwe pêşiya şer bû, xwe bext kirin ji bo Kurd û Kurdistan hêvî û ûmêda me bûn. Ji bo wê yekê xwarin û çûyîn û rûniştina Barzaniyê Nemir wekî Pêşmerge bû, Pêşmerge çi xwaribûya Barzaniyê Nemir wekî Pêşmerge heman tişt dixwar, ji bo wê yekê li tu tiştî de cûdahî nebû li gel Pêşmergeyan. Gelek genc bi bê‌ çek dihatin ewqas keyf xweş dibûn ku bikarin bêne nav rêzên berxwedanê. Cemawerê Kurdistanê li şoreşên Kurd de berdewamî cihê baweriya rêberê Kurdistanê Barzaniyê Nemir bûn. Mezintirîn palpiştiyê Barzaniyê Nemir jî her ev xelk bûn. Cemawerê Kurdistanê sutemeniya şoreşa Eylûlê bûn. 

* Di derbarê hinek ji sîfetê bilindên reberê Kurd Barzaniyê Nemir li şoreşa Eylûl da Mam Hemîre Şêrwanî got:

Barzaniyê Nemir xwoşewîst bû, rêz li hemû kesî digirt, berdewam li rêzên pêşve bû, berdewam kerem dikir digot: Tu xema we nebê‌ dijmin serşor dibê emê serkeftinê bi dest bînin, mirovekî gelek aza bû, Barzaniyê Nemir hemû demek li hal û ehwalê me û zarokan û kesukarê me yê Pêşmergeyan û malbata serbilinda şehîdan dipirsî. Barzaniyê Nemir mirovekî ewqas mezin bû ku mirov hest dike heta mirinê li gel mirove, ferman û gotarên bi nirxê Barzaniyê Nemir û karên wekî xwendingeh bûn ji bo me, ew rêberekî geşê asîmanê Kurd û Kurdistan û azadîxwaziye li cîhan, rêberê ruhî yê Kurd Barzaniyê Nemir ewqas mezine ku ez niha zêdetir ji her carekî şanaziyê bi Pêşmerge bûna li gel wî da dikim. Barzaniyê Nemir tu demek hez bi şer nekiriye û hemû demek hez li tebayî û aştî û azadiyê kiriye. Êdî ji bo wê yekê niha jîû heta dimirim xwe her bi Pêşmergeyê Barzaniyê Nemir dizanim ji ber ku ew tenê li ser dad û azadî li ser mafê axa Kurdistanê şoreşê berpa kir û xwe bi Pêşmerge dizanî û birastî ew Pêşmergeyekî rêber bû û rêberekî Pêşmerge bû. Pile û paye li cem wî ne girîng bû, ji ber ku hemû demek çareseriya pirsên xelk bi cîh dikir. Barzaniyê Nemir hemû demek li nav Pêşmergeyan bi şîret û pêşniyarên xwe de wiha kerem dikir: Xizmeta gel û nîştiman bikin û xiyanet bi gel nekin.

* Di derbarê îro ya Kurdistanê Mam Hemîre Şêrwanî got:

Li dawiya şoreşa Eylûl ku dîsa bi berdewamî min çekê şerefê hildigirt û min beşdarî şoreşa Gulanê kir li nav rêzên Pêşmerge ji bo îro li jêr alaya Kurd û Kurdistanê bû. Bi xwîna şehîdên me û xebata çendîn saliya hemû aliyan me ew azadî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê û sedan dam û dezgehên dinê damezrandî û bê şik paşaroja gelê me geşe û xwezî û hezaran xwezî ew hêviyên ku hemû şehîdan ji bo wê kar kiriye bidîtan ku îro me bi dest xistiye. Em jî gelek pêwîste van destkeftan biparêzîn û baştir bikîn û berev pêşve bibîn û niha ev erk li ser şanê gencên meye ku biparêzin û welatê me avadan bikin kar bikin ji bo wan armancan ku bi dest nehatine. Her wiha pêwîste paşaroja xwe ji bîr nekîn, ji bo rêz girtina xwîna hezaran şehîdên ku me berê dane ji bîr nekîn, rêgiriyê li dûbarebûna karesatên ku li ser me hatine ji bîr nekîn û bi tu destkeftek jî mexrur nebîn, wekî Serokê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî ku weku bavê xwe bi berdewamî li ser rêbaza aştî û aramî û ewlehiya Kurdistane herdem xebat dike û dixwazê malê Kurd rêkûpêk bibê.

* Di dawiyê de ji bo 50 saliya salvegera şoreşa mezina eylûl Mam Hemîre Şêrwanî got:

Ewê niha bi dest me ketiye hemû berhemê renc û keda şehîdan û hezaran Pêşmerge û hezaran xebatkarê rêya azadiya Kurd û Kurdistane. Şoreşa eylûl bingehekî gelek xurt bû ji bo ezmûnên Kurdistanê, ew şoreşa bi Serokayetiya rêberê Kurdistanê Barzaniyê Nemir wê yekê pîşan da ku Kurd divê her mafê xwe wergirê‌, ji xebat nawestê, niha jî ewe erkê gencên meye ku bi xwendin û zanist û siyaset û runiştin û birêvebirineke baş gelek ji wan hêviyên ku hêviyê Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurd û Barzaniyê Nemir bûye bi dest bînin û xebatê bikin ji bo gihiştina gelek ji wan mafan, spas ji bo we û rojnameya we ya şoreşger Xebat ku herdem serdana me Pêşmergeyan dikin û we dilê me xweş kiriye. Li dawiyê de li 50 saliya salvegera şoreşa mezina eylûl silav li hemû Pêşmergeyên qehremanê şoreşa eylûl û birîndaran û hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê û serqafleya şehîdên Barzaniyê Nemir û kak Îdrîsê herdem li yad. 

 

* Têbinî: Ev babet li 50 saliya salvegera şoreşa mezina eylûl de li rojnameya Xebat, hejmar (3869) li 11/09/2011 hatiye belavkirin.

Hevpeyvîn: Sefer Yusif Mîrxan Jajokî

Wergera ji Soranî: Mîrhac Mistefa

 

Back to top button