Navê Barzanîyê Mezin û Kurdistana Mezin bi hev va girêdayîne

Têmûrê Xelîl

Şorişa 11ê îlonê ya sala 1961ê ya bi serokatîya Mistefa Barzanîyê Mezin ne ji ber xwe va dest pê bû. Berî wê Mistefa Barzanî di nav wê alavê da mezin bûbû, ku Ahmed Barzanî ji bo rizgarîya Kurdistanê gurr kiribû, paşê sala 1945an bi Qadî Mihemed ra tevayî li Mehabadê ew agir sincirand. Çûyîna wê ya li perçeya Kurdistanê ya Îranê nîşana wê yekê ye, ku kurd miletekî yekgirtî ye û welatê kurdan jî yek welat e. Û ew agirê rizgarîyê gelek salan venemirî. Dema berê xwe da Yekîtîya Sovyet û gelek salan li wir ma, ew agir şemal da û şewq veda. Lê gava sala 1958an berê xwe da Ermenîstanê bona bi taybetî perçekî kurdên xwe bibîne û nas bike, ji wê rojê da me fêm kir, ku xwedîyê me heye. Milet ji wê rojê da jê ra got serokê me û ew bawerî heta îro jî wisa ye. Dema hate radyoya kurdî ya Êrîvanê, ji serokê radyoyê Xelîlê Çaçan û bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo pirsî, ka ew bi çi dikare alî kurdên Ermenîstanê bike. Wan camêran got: “eger dikarî xwe bigihîne serokatîya Sovyet, bira demên weşanên radyoyê zêde bikin”. Piştî, ku Barzanîyê Mezin vegerîya Moskvayê, du meh jî nekete navberê, wextê radyoyê du caran hate zêdekirin.

Wan salan gelek miletên Sovyet nizanibûn kurd kê ne, Kurdistan kîderê ye, lê zanibûn, ku li cihanê serokekî navdar heye bi navê Mistefa Barzanî. Kurdên me ewqas jê hiz kirin, ku navên zarokên xwe yên tezebûyî danîn “Barzanî” û heta îro jî datînin. 

Barzanîyê mezin bûbû sîmvola gelê me. Her kar û barê bi gelê me û welatê me ra girêdayî bi navê wî va dihate girêdan. Ezê nimûneyekê bînim, ku vê yekê îzbat dike: berî hema bêje 40 salan kurdekî ji Ermenîstanê Îşxanê Eslan sitiraneke bi nave “Mêrê Mêrxas” ser Barzanîyê Mezin sêwirandibû. Ew sitiran da Aramê Tîgran, ku ji bo radyoya Rewanê bistirê. Aram ne sitira. Mecbûr man ew sitiran dane min, min sitira. Û me ji wê sitiranê zanibû, ka sîyaseta Sovyet di hindava kurdên Kurdistana Başûr da çawan e. Wan salan serokê radyoya kurdî ya Rewanê bavê min Xelîlê Çaçan bû, lê ew radyo ji serokatîya radyoya Moskvayê dihate rêvebirin. Carna ji Moskvayê têlêfon dikirin, ji bavê min ra digotin: “Sitirana “Mêrê Mêrxas” 10-15 rojan nedin”. Me fêm dikir, ku di navbera Sovyet û Îraqê xweş bûye. Carna jî têlêfon dikirin, digotin: “Sitirana “Mêrê Mêrxas” her ro bidin”. Me fêm dikir, ku di navbera Sovyet û Îraqê xirab bûye û navbera Sovyet û kurdan xweş bûye.

Îro Rohilata Nêzîk diheje, welat hildiweşin, milet rabûye ser piyan, serê rêvebirên wan welatan bi neferên malên wan va ketiye belayê . Ji ber ku gelek rêvebirên welatên vê herêma cihanê zordestî li miletê xwe kirine û dest avîtine kîsê miletê xwe. Barzanîyê Mezin, herwiha Ahmedê birayê wî, Mesûd û Îdrîsê kurên wî, nebîyê wî Nêçîrvan û tevaya malbeta wî zordestî hîç kurdekî ne kirine û dest ne avêtine kîsê miletê xwe. Ji ber wê jî Kurdistana me ava ye, rûyê endamên vê malbetê sipîye, rûyê milet jî geş e. Ev hemû dibine bingehê avabûna Kurdistaneke serbixwe, xurt û şên. Ji ber ku tevaya milet ji wan hiz dike.

Ez gelek caran Ermenîstanê û Kurdistana Başûr didime ber hev. Li herdu welatan jî berî hema bêje 20 salan desthilat guhêrî, gelên van welatan rêyek ji xwe ra hilbijartin – riya serxwebûnê. Îro li Ermenîstanê piranîya gel ji hilbijartina riya xwe poşman e û xwezîya xwe rojên buhurî tîne. Ji ber ku desthilatê sozê, ku dabû milet, pêk ne anî. Lê li Kurdistanê tu kes xwezîya xwe rojên buhurî nayne û ji bo roja îro ne poşman e. Ji ber ku serokatîya Kurdistanê soz da gelê xwe, ku wê azad, rizgar, bextîyar û têr-tijî bijî û sozê xwe pêk anî.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: