Polîtîk

Konsolxane hat vekirin û 7 protokol hatin îmza kirin

Îro bi amadebûna serokê hikûmeta Kurdistanê Berhem Salih û serokwezîrê Urdinê Marûf Bexît, konsolxaneya Urdinê li Hewlêrê bi awayekî resmî hate vekirin.

Berî merasîma vekirina konsolxaneya Urdinê li Hewlêrê, serokwezîrê herêma Kurdistanê  û yê Urdinê li hev civiyan û piştî civînê Salih û Bexît preskonferenseke hevbeş saz kir.

Salih di preskonferensê de diyar kir ku wan behsa hevahengî û hevkariya di warên aborî, çandinî, tenduristî, meşq û rahênan û pêdaçûn bi sîstema desthilatdariyê de ya di navbera herdu aliyan de kir.

Salih got:
– Serokwezîrê Urdinê soza wê çendê da ku ew dê di pêdana vîze û seferên welatiyên herêma Kurdistanê bo Urdinê de hêsakariyê bike.
Marûf Bexît jî ragihand ku ew dê digel herêma Kurdistanê çend rêkeftinên lêktêgihiştinê îmze bikin û bo hatûçûna welatiyên Kurdistanê  bo Urdinê hêsankariyê bikin.

Paşî di merasîmekê de bi amadebûna herdu serokwezîran konsolxaneya Urdinê bi resmî li Hewlêrê hate vekirin.

Her di çarçoveya serdana serokwezîrê Urdinê bo herêma Kurdistanê de, di navbera herêma Kurdistanê û Urdinê de, 7 protokol di warên cur bi cur de hat îmzekirin.

Li gor AKnewsê, îro li salona Saad Ebdula ya bajarê Hewlêrê û bi amadebûna serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Salih û seorkwezîrê Urdinê Meirûf El Bexît, 7 protokol di navbera her du aliyan de hat îmzekirin.

Protocol, di navbera wezaretên çandinî, tenduristî, veguhestin, plandanîn, odeyên bazirganî û pîşesaziyê û yekitiya peymankarên Kurdistan û Urdinê de hatin îmzekirin.

SWeke tê zanîn serokwezîrê Urdinê Meirûf El Bexît, duh hatibû Hewlêrê û ji aliyê serokwezîr Berhem Salih ve hatibû pêşwazîkirin.

Back to top button