Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya serokwezîrê Urdinê kir

Serokê Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya birêz Dr. Meruf El Bexît serokwezîrê Urdin û şanda li gel kir ku li hejmarek ji wezîrên hikûmeta Urdinê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku  Dr. Berhem Ehmed Saleh serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî cîgirê serokwezîr û hejmarek li wezîrên hikûmeta Herêmê amade bûn tekez li ser wê yekê kirin ku bi berdewamî hewl bidin li navbera Herêma Kurdistan û welatê Urdin ji bona berfirehkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan ku xizmet bi berjewendiya hevbeşên her du gelê Kurdistan û Urdinê bike.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku serkirdayetiya herêma Kurdistanê koke li ser girîngiya bihêzkirina wan pêwendiyan û berev pêşbirina wan ya li hemû waran da.

Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Urdin li gel gihandina silavên Şah Ebdullahê Şahê Urdin bi serok Barzanî, tekez li wê yekê kir ku peyama cenabê wî eweye ku kar li ser gelek aliyan de bêkirin ji bona hevdûtêgihiştina zêdetir û hemahengiya di navbera her du aliyan de.

Her wiha serokwezîrê Urdinê rola girînga serok Barzanî bilind nirxand  û balkişand li ser wê yekê ku pêwendiyekî kevin her du gelên Urdin û Kurdistanê  pêkve girêdide û serdana wan ya Herêma Kurdistanê bi serdanekî serkeftî wesif kir û bi vê helkeftê jî spas û pêzanînên hikûmeta Urdin pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku encama serdana wan ya Herêmê destpêkekî gelek başe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan.

Li beşekî dinê hevdîtinê de her du alî guftûgoyekî li ser wan guhertinên ku li Rojhilata Navîn da hatine holê encamda û li vî warî de jî serok Barzanî welatê Urdin bi welatekî aram û hevseng wesifkir û ragihand ku ji aliyê gelê Kurdistanê ve giringe pêwendiyên xwe li gel Urdina dost û hevsê‌ pêşbixe.

Back to top button