Ofîsa ragehandina Mesrûr Barzanî: Nûçeya Hawelatî bêesas e
Piştî ku, duhî rojnameya Hawelatî li ser navê Mackil Robin nivîskarê amerîkayî raportek belav kir û di vê rapora han de diyar kir ku, qaşo Mesrûr Barzanî li Amerîkayê vîlayek bi 10 milyon dolaran ji xwe re stendiye, îro sekreterê rojnamewanî yê Mesrûr Barzanî bi awayekî nivîskî ev nûçeya han red kir û ev jî texta vê daxuyaniyê ye:
Cemawerê xweşewîstê Kurdistanê
Rojnameya Hawelatî di hijmara xwe ya 764ê ku, di roja 11.09.2011ê de belav kiriye, bi manşeteke gelek mezin babetek belav kiriye ku, qaşo Mesrûr Barzanî li Amerîkayê Vîlayek bi bihayê 10 milyon dolaran ji xwe re kiriye.
Ji bo me diyardeyeke nenormal û nû nîne ku, kesek weke Mackil Robin û rojnameya Hawelatî dest bidin destê hev û bi armanca teşhîr kirinê babeteke bi vî awayî belav bikin.
Mixabin rewşa baş ya azadiya ramanê li Kurdistanê bi mebesta bi destxistina armancên siyasî û şexsî tê bikaranîn û nûçe û raporên şaş û dûr ji rastîyê tên belavkirin.
Di vî warî de tevahiya pîvanên rojnamewanîyê tên binpêkirin û ji bo belavkirina nûçe anjî raporekê ti îsbat ango ti belgeyeke bawerpêkirî weke çavkanî nayê nîşandan û bi tenê gotinên kesên din ji bo nûçe û raporên bêbingeh tên esasgirtin.
Mackil Robin û rojnameya Hawelatî jî baş dizanin ku, li welatekî weke Amerîkayê de bi destxistina agehî û zaniyarî di derbarê mil û malê kesan ne tişteke astem û girane û di warê qanûnî de jî ji rojnamewanan re mafê wergirtina zaniyariyan di vî warî de hatiye dayîn.
Lê tişta diyar eve ku, armanca ev kesên ku, li pişta vê nûçe û rapora bêbingeh û esas digirin bi tenê teşhîr kirina birêz Mesrûr Barzanî ye û ev jî beşeke ji wan êrîşên berdewam ku, hinek kes weke Robin û rojnameya Hawelatî li dijî birêz Mesrûr Barzanî didin domandin.
Em li vir de bi eşkere diyar dikin ku, birêz Mesrûr Barzanî yek ji wan kesaye ku, bi awayekî cidî piştgîrî dide hewldanên serok Barzanî yên ji bo nehêştina gendelîyê û nûçeyên bi vî awayî jî bi ti awayî nikarin me ji hewldanên ji bona binbirkirina diyardeya gendeliyê dilsar bikin.
Eger armanca kesên li pişt belavkirina vê nûçeya bêesas li ser nav û pênûsê Mackil Robin bi mebesta întîqam stendin ji hewldanên birêz Mesrûr Barzanî yên ji bo nehêştina gendelîyê be, bêgoman ev yek şaşiyeke din a gelek mezin a wan kesane, jiber ku, em ji wan re dibijên ku, bêdengiya me bi ti awayî ne bi wateya lawazbûna me ye, lê belê rêzgirtina me ji mekazagon û berejwendiyên bala yên welat û gelê me ye.
Lê eger ev reftar û navzirandin (teşhîr) bi vî awayî dom bikin wê demê em jî dê neçar bin ku hemû rêyên qanûnî ji bona rêgirtin li pêşiya binpêkirina qanûnê, bakrbînin.
Sekreterê rojnamewanî yê Mesrûr Barzanî
12.09.2011