Tara Jaf di 8’ê Adarê li Amedê ye
Li ser navê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk, Rêvebera SELÎS’ê Perîhan Kaya, bi tevlibûna Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û nûnerên saziyên jinan daxuyaniyek da çapameniyê. Kaya, destnîşan kir ku wan weke sazî û dezgehên jinan îsal Amedê weke “Bajarê Jinan” îlan kiriye û dê çalakiyên ji bo jinan di 5’ê Adarê de li Wêranşara Ruhayê bi xwepêşandanek dest pê bike. Perîhan Kaya, destnîşan kir ku ew li dijî her cure tundiyê ne, ew cîhaneke ku nakokiya zordest û bindestan tunebe xeyal dikin. Kaya, wiha axivî: “Em ê ji 5’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyên cûr be cûr çêkin. Lê hêj bernameya me zelal nebûye. Dema bername zelal bibe, em ê bi çapameniyê re parve bikin. Bes li gorî bernameya ku zelal bûye, hunermenda me ya navdar Tara Jaf dê bê Amedê û tevli çalakiyên me bibe. Em ê di 8’ê Adarê de jî li Qada Stasyonê ya Amedê xwepêşandaneke mezin a jinan li dar bixin. Em dixwazin hemû jin bi rengê xwe û kincên xwe yên kurdewar tevli xwepêşandanê bibin.”
Di êvara 7’ê Adarê de dê li Birca Bizinê resepsiyonek bê dayîn û dê hunermend Tara Jaf awazê muzîka xwe pêşkêşî beşdaran bike.
Dilar Sewledar