Polîtîk

Li Enqereyê civînek awarte çêdibe

Enqere – Li Tirkiye rojeva siyasî dikele. Hinek dezgehên dadgehê li gora xwe dijê desthilatdariya sivîl di nav hewldanekide ne. Ji aliyekî gelek general û efserên bilind hatin binçav kirin, hinek hatin girtin û hinek general hê jî hêviya lêpirsîna xwe ne. Ji aliyekî din leşker kom dibin civînên berfireh pêktînin. Herkes bi tirsekî bi awayekî temaşeyê van bûyera dike.

Ji bo van bûyeran , ji bo rewşa dawî bête nirxandin dê sibe civînek awarte di nav serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul, serokwezîr  Tayîb Erdogan û serfermandar Ilker Başbug de çêbibe. Ihtimalek heye ku piştî vê civînê hinek tişt bêne runkirin. Niha çave Tikiye li vê civînê ye.

 

Back to top button