CivakRojev

Tanrikûlû: Têkoşîna heqîqetê li vê erdnîgarîyê naqede

Parlamenterê CHP yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, ku ji ber daxuyanîyên xwe yên derbarê Hêzên Çekdar ên Tirk de bû hedef, di merasîma xelatdayîna Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat de axivî û got: Li vê erdnîgarîyê çi dibe bila bibe têkoşîna heqîqetê naqede.

Parlamenterê CHP yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, di merasîma 37.emîn Xelatên Rojnamegerên Serkeftî yên Salê ya Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat de banga çapemenîya azad kir. Tanrikûlû got: “Di van şert û mercên dijwar de em dest ji heqîqet û eşkerekirina wan bernadin”.

Tanrikûlû, di axavtina xwe ya di merasîmê de got: “Wek Baroya Amedê me bi windakirina Tahîr Elçî yek ji bedelên herî mezin da. Kesên di çapemenîya azad de dixebitin bi can û girtîgehê bedelên rojnamegerîyê dan”.

Tanrikûlû herwiha got: “Têkoşîna heqîqetê li vê erdnîgarîyê çi dibe bila bibe, wê ti carî bi dawî nebe. Lê bila bê zanîn ku em bêyî we nebûn. Ji niha û pê ve jî teqez emê bi hev re bin. Di vê rewşa dijwar de bila dest ji heqîqetê û eşkerekirina wan neyê berdan”.

Back to top button