
Parçeçbûn û neyekrêzîya nava hêz û partîyên Kurdistanî li serê Kurdan bûye asteng û belayek mezin. Ji ber vê astengî û belaya mezin dostên Kurdan jî nikarin zêde piştgirîyek mezin bidin Kurdan û xwedî li wan derkevin. Wezîrê Derve yê Brîtanya yê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed jî di heman bîr û rayê de ye û dibêje “Tiştê pêwîst ev e ku yekrêzîya di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêk bê û peywendîyên navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê bihêztir bibe”.
Civîna 78. a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorka Amerîkayê bi beşdarîya serok û nûnerên 193 welatên endam pêk hat. Wezîrê Dewleta Brîtanyayê Tarik Ehmed ji çapemenîyê re bal kişand ser wê yekê ku pêwendîyên wan ên pir baş ligel Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hene û got: “Di destpêka îsal de min serdana Iraqê kir û ligel Serokwezîr Sûdanî civiyam; Ez wezîrê derve (Fuad Husên) jî nas dikim; Ew hevalê min e. “Pêwendîyên me pir baş hin”.
Ehmed bi berdewamî wiha got: “Heman tişt ji bo hikûmeta Kurdistanê jî heye, pêwendîyên me bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî pir baş in. Bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re diaxivim, ez wî baş nas dikim. Tiştê ku pêwîst ev e ku yekrêzîya di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê dabînkirin û peywendîyên navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê bihêztir bibin“.
Wezîrê Brîtanî her wiha got: “Ez dikarim we piştrast bikim ku wek dostên her du alîyan em amade ne ku hevahengîya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêsan bikin û bihêz bikin”.