Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku biryara Parlamentoya Kurdistanê ya di sala 2019an a di derbarê meclîsên parêzgehan de dabû betal bike û karê wan bi dawî bîne.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ragihand ku Dadgeha Bilind a Federal guhertina ku di sala 2019an de ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê ve di madeya 2 ya yasaya Meclîsên Parêzgehan de hatiye kirin “ne destûrî” ye.
Herî dawî hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di 30ê Nîsana 2014an de hatin kirin. Serok û endamên parlamentoyê di 23ê Hezîrana 2014an de sond xwaribûn. Di şert û mercên normal de diviyabû hilbijartin di Hezîrana 2018an de bihata kirin, lê ji ber ku lihevkirinek siyasî pêk nehat hilbijartin hatin paşxistin.
Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019ê de guhertin di 3 xalên yasaya derbarê meclisên parêzgehan de kir, ku di sala 2009an de hat nûkirin.
Li gor vê biryar hat girtin ku heta hilbijartin bên nûkirin wê meclîs karên xwe bidomînin.


