Cîhan

Talabanî û Qaddafî li Lîbyayê civiyan

Duh êvarê serokkomarê Iraqê Celal Talabanî tevî şandeyekê bi armanca beşdarkirina di civînên Lutkeya Erebî de gihîşte bajarÊ Sirtê ê Lîbyayê.

Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî tevî şandeya pê re li balafirgehê ji aliyê endama civata serokatiya şoreşa Lîbyayê Mistefa Xerûcî , Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zêbarî û çend berpirsyarên din yên Lîbyayê hate pêşwazîkirin.

Serokkomarê Iraq pişt re jî ji bo baregeha Serokê Lîbyayê Muammer Qaddafî li baharê Sirtê hate birêkirin û di hevdîtinê digel Qaddafî de hevpeyvînên  li ser mijarên  rojevê hatin kirin.

Her wiha  şêwirmendê  serokkomarê Iraqê yê taybet û alîkariyên serokkomarê di nawa şandeyê de cih digrin.

Back to top button