Ji bo serokatiyê Amerîka namzetê yekem
Donald Trump piştî xelata xwe ya li ser doktorayê ji Zanîngeha Îskoçyayê Robert Gordonê stend daxuyanî da rojnamevanan û namzetiyê xwe eşkere kir.
Trump di daxuyaniya xwe de wiha got : Ji welatê me re rêveberiyek baştir pêwîste û di hilbijartina 2012an de ezê namzeta serokatiyê xwe îlan dikim. Gelek kes ji min daxwaza namzetê serokatiyê dikin heta demek berê jî li ser vê mijarê mijûl nebûm.
Dewletên Yekbûyî Amerîka qasî mezinbûna xwe ne bihêze û Obama jî di nava pêvajoyekî pir dijwarê de ye. Dibe ku baştir bibe lê bi tarzekî nû û birêveberiyekî nû dikare baş bike.
Trump ji pirsekî rojnamevanekî re wiha bersiv da : Hîna zûye ku ezê raqîbê xwe ya serokayetiyê bînim ziman. Çend rojnamevan ji bo serokatiyê namzetiya behsa Parêzgera berê ya Alaskayê Sarah Palînê kirin lê Trump tenê keniya.
Di vê navberê de Donald Trump ji bo projeya avadaniya qadên golf û gundê bêhndanê ( ta’til ), otêlekî 5 starî û ji zêdetirê hazar xaniyê 1.2 milyar dolar xerc dike û ji aliyê xelkê Aberdeenê ve hatiye şermezarkirin.
Çend Akedemisyênên Zanîngeha Robert Gordon jî piştgirî dan ji xelkê re . Hate diyarkirin ku gundê bêhndanî ( ta’til ) di havîna 2012an de tête vekirin.