Cîhan

Bexda-Enqere û têkdana peymana bi RWE ya almanî ra

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku daxwiyaniya hevbeş a Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê derbarê rênedana şandina derve ya gaza xwezayî ji Herêma Kurdistanê bê razîbûna hikûmeta Iraqê, bê nirx e û bandorê li rêkeftinameya ku berê ligel şîrketa RWE ya Elmanî bo şandina gaza xwezayî bi rêya hêla Nabucco îmze kiriye, nake.
 
Bersiva Wezareta Samanên Xwezayî piştî eşkerekirina vê ragehandina hevbeş tê ku roja 19.09.2010an di navbera Wezîrê Petrolê yê Iraqê Husên Şehristanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz de hat îmzekirin û li gor vê daxwiyaniyê, Tirkiyê tu rêkeftinameyekê di warê gaz û petrolê de bê razîbûna Bexda îmze nake.
 
Taner Yildiz di civîneke çapemeniyê de piştî îmzekirina dirêjkirina peymana şandina petrola xam a Iraqê bi rêya Tirkiyê ku sala 1973an hatiye îmzekirin, ragehand, Tirkiyê nabe aliyek di tu peymanan de ku ji derveyî hikûmeta navendî ya Iraqê hatibe kirin. Herwiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê eşkere kir ku ragehandineke hevbeş ligel hevpîşeyê xwe yê Tirk îmze kir û li gor vê daxwiyaniyê, Tirkiyê tu peymanê derbarê gaz û petrolê de îmze nake ger razîbûna hikûmeta navendî ya Iraqê liser nebe.
 
Wek eşkere ye, armanca vê ragehandina hevbeş, pûçkirina rêkeftina berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel şîrketa RWE ya Elmanî bo hilberînê di warê gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ye û şandina vê gaze bi rêya hêla boriyên Nabucco ye ku welatên ser derya Qezwên bi Otrîşê ve girê dide û di Tirkiyê de, derbas dibe.
 
RWE ku yek e ji hevbeşên Konsotyum `şirketên cîbicîker ên projê Nabucco`, di 28ê Tebaxa borî de peymaneke alîkariyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê mohr kir da di paşerojê de gaza Herêma Kurdistanê bi hêla Nabucco ve girê bide, lê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragehand ku ev rêkeftinname pûç e û hikûmeta Iraqê bi cîbicîkirina bendên wê ve girêdayî nabe.
 
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz di serdana xwe ya bo Bexda de, daxwiyand ku Tirkiyê hewl dide rêkeftinameyekê ligel Hikûmeta Iraqê bo şandina gaze bi rêya hêla Nabucco ve îmze bike, lê cîgirê Wezareta Petrolê ya Iraqê Mutesem Ekrem bo Rûdawê red kir ku jêrxaneya Iraqê bo karekî bi vî rengî amade be û got: “Hê jêrxaneya aborî ya Iraqê ne amade ye, li Iraqê hê elektrîk nîne.”
 
Projeya Nabucco, projeyekî hevbeş e di nav çend şîrketên mezin ên Ewrûpî û Tirkî de ku perên wê ji aliyê YE tên dabînkirin û buhayê xerciyên wê wek 11 milyar dolaran tê texmînkirin û biryar e heya sala 2014an bidawî bibe. Proje tevî ku wek jêdereke alternatîf a gaza Rûsî tê dîtin ku heta niha jî bazara gaza Ewrûpî monopol kiriye, lê Serokê proje Reinhard Mitchek diyar dike ku Nabucco ne alternatîda gaza Rûsya ye û tenê dikare hevkarî bike di zêdekirina çavkaniyên gazê de bo Ewrûpa ku her diçe pêdiviyên wê zêde dibin.
 
Navbirî bo CNN ragehand, di 10 salên dahatû de hêza şandina gazê ji welatên derya Qezwên bo Ewrûpa digihe 31 milyar metroyên sêgoşe bi rêya hêla Nabucco, û pêdiviya Ewrûpa bi gaza xwezyî ji 150 heta 200 milyar metroyên sêgoşe dibe. Bi vê watê jî, projê din wek hêl şîn a 2a Rûsya û gaza Îranê jî bo Ewrûpa her pêwîst in.
 
Serokê proja Nabucco di vî warî de ragehand ku, rewşa siyasî diguhere û prensîbên siyasî bi awayekî pêş dikevin ku rê li ber hevkariyeke bazirganî di navbera Îran û YE de vedikin.
 
Egera wêya jî bihêz e Komara Îslamî ya Îranê ji dêlva Ewrûpa berê xwe bide Çînê ku niha gotûbêjeke bi vî awayî di navbera Îranî û Çîniyan de heye. Ev tirs û dûdilî jî ku hevrikiyek li navçê peyde kiriye û pisporên aboriyê wê wek “şerê boriyan” bi nav dikin.
 
Rawêjkarê Wezareta Samanên Xwezayî Elî Husên Belo ligel wêya nûkirina rêkeftinameya navbera Iraq û Tirkiyê bo 15 salên din wek tiştekî rotînî wesif dike ji ber bidawîhatina dema ya kevin, lê di heman demê de bo Rûdawê ragehand: “Tiştê me dilgiran dike û li gor me berevajî destûrê ye, ne nûkirina peymanê ye lê zêdekirina hinek xalên wê ye ku ne di desthilata wezîrê petrolê yê Iraqê û Civata Wezîran de ne.”
 
Elî Belo ku di gera borî ya parlamenê Iraqê de serokê lîjneya gaz û petrolê bû, derbarê daxwiyaniya hevbeş a navbera Şehristanî û Taner Yildiz de, got: “Ji xeynî dijayetîkirina Kurdan ne tiştekî din e. Ev mijar bi yasa gaz û petrolê ku hê reşnivîs e û divê ji aliyê parlamenê Iraqê bê pesendkirin, tên çareserkirin.”
 
Belo da zanînî ku tu bandora vê daxwiyaniya hanê li ser peymana navbera Herêma Kurdistanê û şirketa RWE de nake û got: “Xalên rêkeftinamê di warî yasayî de bê nirx in, ji ber hikûmeta niha ya Iraqê hikûmeta meşandina kar e û nikare peymanên navdewletî îmze bike. Ev rêkeftin sererastkirina peymaneke kevintir e ku pêwîst e bi rêya proje yasayekî ji Civata Wezîran pêşkêşî parlamen bê kirin û parlamen pesend bike û dû re dibe tiştekî yasayî û destûrî.”
 
Herwiha navbirî ron kir, 4 sal pêwîst in heta şirketa RWE karê xwe bike û li gor peymana ligel Herêma Kurdistanê kiriye, karê xwe did û qonaxan de dike: “Di qonaxa yekem de, gaze bo hundirê Herêma Kurdistanê dabîn dike û dû re xaza ku ji pêdawîstiya Herêma Kurdistanê zêde be, bi rêya hêla Nabucco bişîne derve. Yanî 4 salên din bo şandina vê xazê pêdivî ne û heta wê demê tu giraniya vê peymanê çê nabe, ji bilî ku parlamenê Iraqê pesend bike.”
 
Elî Belo herwiha ragehand: “Armanca vê daxwiyaniya hanê tirsandina şirketa RWE bû. Şehristanî dizane ev ne di desthilata wî de ye. Iraqê berê jî guşar xistibûn ser vê şirketê, lê hikûmeta Elmanya bi awayekî eşkere bersiva Iraqê daye ku ev karê şirketane û ew wek hikûmetê desttêwerdanê di van karan de nakin.”

Back to top button