CivakRojev

Tacegula Serokê Herêma Kurdistanê li ser monumenta şehîdên 1ê şubatê hate danîn

Berî nîvroya îro dûşem 01.02.2021 li salvegera 17 saliya şehîdên 1ê şubatê da, tacegula birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Şêx Ce’fer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ve, li ser monumenta şehîdan ya li parka Şehîd Samî Ebdulrehman ya li Hewlêrê hate danîn.

Paşê li bersîva pirsên rojnamevanan da birêz Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê û qehremaniya şehîdan û Pêşmerge û cangoriya wan ya bi navê azadiya Kurdistanê da kir. Her wiha tîşk xiste li ser rûbirûbûna terorê û têkşikandina Da’îş li ser destê Pêşmerge.

Her îro li twittek da Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera şehîdên 1ê şubatê nivîsiye: ’’Li salvegera bîranîna şehîdên 1ê şubatê da serê rêz û hûrmetê ji bo giyanê wan yê pak re ditewînîn. Bi rûmetê ve bîranîna wan dikîn. Bila bîranîna şehîdên serkirde, azîz û xweşdiviyên me ku xwîna wan têkil bû, pêkve şehîd bûn, bikîn hewêna yekrêzî û pêkveyî ya pêkanîna armancên wan’’.

Back to top button