Sykes-Picot – Sevr – Lozan ?

Ev sê peyman, her çiqas jî hevdu çûda bên jî, lê her sê jî heleqên yek zincîrekî ne.!
Bingehê parçekirina Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picot va dest pê kirin, Sevr û Lozan jî parçekî plan û projên Sykes- Pîcot bû. Dewletên emperyal erdên ku di bin desthilatdarîya Osmanîyan da bûn, di navbera çar dewletên sereke da hatibû parçe kirin û dagirkirin. Yê ku li ser erdê xwe hat bê par kirin, miletê Kurd bû û Kurdistan hat parçe kirin û çareke din hat dagirkirin.
Ev nehrqîya dîrokî gelo çima li miletê Kurd hat kirin.?

– Sedem ne ku Kurd misliman bûn. Ji ku Ereb, Tirk û Faris jî misliman bûn. Ereb ji Kurdan pêşketir nebûn û pirsgirêk berjewendîbûn. Dostatîya dewlet û miletan li ser berjewendîya ne.

– Kurd û Kurdistan di navbera du dewletên mezin wek Osmanî û Farisan da hatibûn parçe kirin û ev pirsgirêk bû bo miletê Kurd.

– Kurd di nav xwe da, parçe bûn û wek miletekî yekîtîk û berpirsîyareke Kurdan tinebû.

– Ereb ne wek Kurdan bûn, erd nîgarîya wan çûda bû û îngilîz û Firansa bi hêsanî dikarbûn, Ereb bo xwe bi kar banîyana û îdare bikirana. Lê Kurd çûda bûn, bi salan li tenişta Osmanîyan çî girtibûn, gelek dewletan ra li ser hesabên Osmanîyan şer kiribûn, herwiha Kurd jî bi osmanîyan ra hatin ceza kirin…

Peymana Sevrê parçekî peymana Sykes-Pîcot bû ji bo wî jî li ser kaxiz ma û neket piratîkê.?

Wek ku tê zanîn Peymana Sevrê da, li ser parçekî Bakûrê Kurdistanê, dewletekî bo Ermanîyan dixwestin ava bikin û di naven da Kurdistanê da ji bo Asûrîyan dixwestin dewletekî ava bikin û di herêmeke piçûk a Bakûrê Kurdistnê da, Kurdistanek otonom plan kiribûn.? Li teşta otonomîya Kurdistanê jî heremek ewle yanî bê çek.?

Lê dewletên ku ev peymana plan kiribûn, ne ji bo ku di pratîkê da vê peymanê pêk anîn tenê bo ku dewletek Kurda ya serbixwe neyê ava kirinê û bo parçe kirina Kurdan û Kurdistnê bû û dawîyê da her wisa jî bû. Bi peymana Sevrê va fikrên çûda kirin nav Kurdan û heta têkilîyên Kurdan asteng kirin, parçe bûna nav Kurdan diha zêde kirin û bi zanetî Kurd berbe Tirkan devdan.

Li ser erdên Kurdistanê dewleteke Ermenî û Asûrî avakirin, li ser kaxiz xêzkirin hêsan bû, lê avakirina wî ne wisa hêsan bûn. Dewletan ev yeka baş dizanbûn û di vê demê da Îtalîyan, Fransa û Îngilîzan, bi kemalîstan ra di nav têkilîyan da bûn, planê avakirina dewleta Tirk amade kirin û piştgirî dan kemalîstan û şerê Yunan kirin û sînorê Yûnan û komara tirk birin heta nav deryayê. Kemalîstan heta peymana Lozanê, hinek Kurd bi dek-dolaban va xapandin. Gava di Lozan da, komara kemalîstan bi fermî hat qebûl kirin, kemalîstan dest bi îmha kirina Kurdan kir û dewletên ku komara Tirk ava kirin, li hemberê serhildanê Kurdan piştgirî dan komara tirk…

Lê tiştên ku îro nayê fêm kirin, hema-hema hemû Kurd bi axaftin, dibêjin baş bû ku peymana Sevrê pê nehat. Lê di sed salîya Sevrê 10 Tebax 1920 da, partî û rêxistinên Kurdan ji serokê dewleta Fransayê daxwez kirina “bi cîbicî kirina peymana Servê” jî bi rastî nayê fêhm kirin ?
Ermenîyan dew dikin û meclisek jî ava kirine bo ku peyman Sevrê pêk were.? Lê Kurd ?

Îro tiştekî wiha xwestin, di kîjan alîyan da meriv binhêre, ne di çîda ye. Îro di Başûrê Kurdistanê da hikumatek federal a Kurdistanê heye û bo dewletbûn kar û xebat dike. Di Rojavayê Kurdistanê da, îdareke Kurdan xweserî heye. Di Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê da, kar û xebatên Kurdan heye….
Divê îro Kurd li dijî wan her sê peymana ku Kurdistan parçe kirîye li dij derên.!

Pêşeroja Kurd û Kurdistanê, dewleta xwe ava kirine.!
Îro şerê ku di Rojhilata navîn dom dike, parcekî şerê yekemîne ku hinek dewlet jî vê rastîyê êdî dibînin û qebûl dikin. Di serî da dewletek wek dewleta Emerîka û gelek caran jî ev rastîya anîne ziman…

Divê Kurd ji bo sed salîya Lozanê xwe amade bikin…

Xelîl Sîpan

.Ev nivîs ji Facebik a Xelîl Sîpan hatiye girtin

Nerîna min :