Civak
Salê 10 hezar ciwan ji Batmanê berê xwe didin Behra Reş

Hersal di mehên Temûz û Tebaxê de nêzik 10 hezar ciwan ji Batmanê ji bo dayînheva bindeqa berê xwe didin devera Behra Rêş. Temênê van ciwanan navbera 16-25 salin.

Piraniya van ciwanan xwendevanin û ji bo bikaribin xwendina xwe berdewam bikin vî karî dikin. Rojane 60=70 lîrê Tirkî distînin.Nêzikî meh û nîvê kar dikin û rojê 10 demjimêra kar dikin. Cihê razana wan tuneye û ew li gora imkanên xwe kunên bi destçêkirî de jiyana ya ji derê kar derbas dikin.