Swêd: Îdol 2015

Pêşbirkiya muzîkê Îdol ku her sal di televizyona Swêdî  TV4 de tê nîşandan heweseka zêde di nav xortan de, bi taybetî di nav kesên muzikhes dikn de peydakiriye. Ciwanê Kurd Bahoz Gul ku li Swêdê çêbûye û li Stockholmê rûdine, îsal ew jî di vê pêşbirkiyê de beşdari dike û niha ketiye nav 20 kesên fînalîst. Cara yekem dê ev pêşbirkî dê bi awayeke zindî di TV4 de bê weşandin û dê her fînalîst dê strana xwe pêşkêş bike û dê temaşevan bi telefonê deng bidin. Ev dengdan ji bo Bahoz Gul pir giringe û hêvî dike ku dengên zêd ji temaşevanên xwe bigre.Pêşbirkiya Îdolê yek ji wan mezintirîn pêşbirkiyên mûzikêye ku ji sala 2004 virde li Swêdê ji aliyê TV4 ve tê birêvebirin. Sala yekem xortê Kurd Darîn jî beşdarî kir û serkeftineke mezin bi pistgiriya gel bi destxist.Bahoz Gul jî bi hêvî û ji xwe bawer e ku destkeftineke bas di Îdola vê salê de bi destbixe. Ev pêşbirkî 15 îlonê destpêdike, di finala yekem de 8 kes ji karwanê xwe vediqetin û yên din her hefte yek jê derdikeve û heta nîvê heyva 12 çileya pêşîn peşbirkî bi 3 xelatan, yekem, duyem û sêyem bi dawî dibe.Fînala yekem 15 îlonê 2015 di TV4 demjimêr 20.00 zindî belav dibe

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: