Polîtîk

Barzanî: Divê sûd ji şoreşa Eylûl werbigrîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovanPencih û çar sal li ser hilpêkirina mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê li dijî zulm çewsandinê da derbas dibe ku ew jî Şoreşa Mezina Eylûle. Şoreşa Eylûl şoreşekî seraseriya gelê Kurdistanê bû ku hemû cîh û gund û bajarekî Kurdistanî li xwe girt. Şoreşa Mezina Eylûl wê bawerî bi xwebûnê li nava hemû take kesekî Kurdistanî de dirust kir ku xwediyê nasname û mafe û divê daxwaza wê bike û li beranber dagîrkarî û neheqiyê da rawestê. Yekemîn car li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li wê şoreşê da bû ku cotyar û mamosta û hunermend û hemû çîn û tuwêjên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasîxwaziya gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi mil Kurd li bin serkirdayetiyekî hevbeş li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin. Şoreşa Eylul wê yekê bi dijmin û nehezan re got ku hemû gelê Kurdistanê xwediyê yek dozeke hevbeşe û xebata wî jî li navçeyekî diyarkirî da kurt nabê.Şoreşa Eylûl îlhambexşê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê bû li nifşa duyema sedsala bîstan heta niha û bingeha wan destkeftên nihaye ku bi xwîn û rondikên gelê me pêkhatiye.Di demek da vê şoreşa mezin bi bîr tînîn ku gelê Kurdistanê li ber derfetên bihadar û li heman demî de jî hereşeyeke gelek mezine. Bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û bi cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman hengavên gelek mezin hatine avêtin û dikarê serkeftina yekcarekî jî bê tomar kirin û dawiyê bi êşên gelê Kurdistanê bîne û bi serbestî û azadiyê bijîn. Ew fireh alî û azadiya li Kurdistanê da heye li sayeya xwîna şehîdan pêkhatiye. Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdan eweye cûdahiya bîr û ramanan û fireh aliyên siyasî bixîn xizmeta bi hêzkirina nîştîman û serbixweyî û pêkvejiyan û aştiyê. Berbelavî û afirandina qeyran û hevdû şikandin tu sûdekî ji bo demokrasî û bihêzkirina Kurdistanê nabê û bi berevajiyê ve Kurdistanê dixe helwestekî lawaz û dergeh ji bo hereşeyên din vedike û destkeftên gelê me jî dikevin bin metirsiyê.Di dema niha mezintirîn ders û wane ku divê ji Şoreşa Eylûl fêr bibîn eweye ku hemû gelê Kurdistanê û hêzên têkoşerên wan çarenûs û doz û berjewendiya bilinda hevbeş bi pêkve dibestê û yekbûna me merca serkeftina gelê meye û nabê karekî wiha bê kirin derfet ji kîs biçin.Li vê bîranîna salvegera mezin da silav ji bo giyanê pakê şehîdên şerê dijî terorîstan û hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Silavên germ dişînîn bo ku ew hemû têkoşerên ku beşdarbûn li Şoreşa Eylûl û dîrok ji bo gelê Kurdistanê dirûst kir. Hêviya roja geş ji bo gelê Kurdistanê dixwazim. Hêvî dikim hemû hêz û aliyên siyasiyan uze û şiyanên xwe ji bo berjewendî û serbilindiya gelê Kurdistanê terxan bikin.Bijî KurdistanNemirî ji bo şehîdên rêya azadiyêMesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê10.09.2015

Back to top button