Alan weneyê bê dewletbûnêye
Li Amedê +tevgera Ciwanên kurdistanê cardin bi çalakiyeke bi naverok bêdewletbûna kurdan wek sedemê hemû îş û elamê dan nîşandan.Tevgerê weneyê Alan bi surha Diyarbekirve kir û ew wek weneyê bêdewletbûna kurda da xûyakirin.Tevger daxûyaniyek jî belav kir. Daxûyaniya Tevgerê:Alan ne bi tenê navek e. Ew sembolek e. Sûretê wî, yek ji sûretên bêdewletbûna me Kurdan e. Di bin navê wî de navên bi hezaran zarokên Kurd ku ji alîyê dagirkeran hatine kuştin an jî dagirkerî bûye sedema kuştina wan hene. Cemîle li Cizîrê tê kuştin û laşê wî di dolaban de tê veşartin, Alan li behrê jîyana xwe ji dest dide. Sedema hemû van kuştinan, dagirker û dûvikên wan in.Alan bû sembolek. Sembola bêdewletbûnê… Lê ne sembola yekemîn e. Bi hezaran sembolên me hene. Mixabin di her kuştineke de ji dêvla sîyaseta netewî bê xurtkirin û ji bo dewletbûnê projeyên demdirêjî bên çêkirin; di her kuştinê de refleksên demkî tên nîşandan û piştî demekê tên ji bîr kirin.Dagirker ji xwîna Kurdan têr nabin û heta dagirkerî bidome emê hîn li ser bi hezaran Alan’an daxuyanîyan binivîsînin. Divê Kurd êdî guh nedin peyvên “biratî” û “demokratîkkirina dakirkeran” ên dûvikên dagirkeran û ji bo serxwebûnê têbikoşin. Ji ber ku di vê rewşê de tu şense jîyana Alan’an tuneye.Alan him suretê bêdewletbûnê ye û him jî nîşana eyba me Kurdan e. Loma emê sûretê wî tim li ber çavan bihêlin ku em wek Kurdan ji vê sûretê fedî bikin û ji bo ji holê rakirina sedema kuştina zarokan, ji bo dewletbûna/serxwebûna Kurdistanê, têbikoşin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER)09.09.2015