Bi minasebeta 8ê adarê roja jinan ya cîhanî, duhî roja 09.03.2013ê, sefaretxaneya Swêdê ya İraqê bi hevkarî digel rêxistina Jin bo Jin ya swêdî konfrenesek jêr navê (wekhevî di desthilatê de û rola jinan di binyatdanan demokrasiyê de) li bajarê Hewlêrê saz kir.
Di konfrensê de ku, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û hijmareke rêxistinên jinan amade bûn, sefîrê Swêdê yê İraqê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de got ku, şideta malbatî pirsgirêkek mezine û di nav gelek civakan de li cîhanê şidet li dijî jinan tê bikaranîn.
Sefîrê Swêdê yê İraqê di axavtina xwe de got ku, ew destxweşiyê li hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku, qanûna berhingarbûna şideta malbatî danaye û amadeyîya hikûmeta Swêdê nîşan da ku di warê pirsên jinan de û kêmkirina şideta li dijî jinan de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dike.
Di konfrensê de, Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta Kurdistanê di peyva xwe de got:
– Wek her civakeke din li cîhanê, rewşa jinan li herêma Kurdistanê jî di qonaxên dijwar de derbas bûye. Şideta li dijî jinan li Kurdistanê hebû, lê sal bo salê ew nisbeye ber bi kêmbûnê diçe.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, ji bona parastina mafê jinan û binbirkirina şideta li dijî jinan, gelek pêngav avêtine. Rewşa jinan li herêma Kurdistanê, di warê aborî, civakî, yasay, pêkanîna xêzanê, mîratgirî û beşdarîkirin di binyatdana demokrasiyê û desthilatê de, roj bo rojê pêngavan ber bi azadîyî diavêje.