Kultur
Hijmara bê ya kovara Koalîs dê taybet be bi Kurdistanê
Rêvebira kovara Koalîs a libnanî got ku, ragehandina Kurdistanê heta nuha nekariye weke pêwîst ew karesat û bûyerên bi serê gelê kurd de hatine bigihîne derve û raya giştiya erebî li ser wan bûyeran agadar bike.
Seroka kovara Koalîs ew yek jî eşkere kir ku, hijmara bê ya kovra Koalîs dê taybet be bi Kurdistanê.
Fatîme Feqîye seroka kovara Koalîs a libnanî, duhî, li bajarê Silêmaniyê di preskonfrensekê de got ku, ew dê bi hevkariya senterê ragehandina Silêmnaiyê jimareke kovara xwe bo behiskirina Kurdistanê di warê dîrok, kultur, aborî, siyasî û civakî de terxan bikin.
Berpirsa kovara Koalîs got jî ku, ew dê lêbixebitin hijmara kovara Koalîs a taybet bi herêma Kurdistanê piştî newrozê biweşînin.