Roja sêşem 13.10.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Anîka Mulîn Balyoza nû ya Swêd li Iraqa Federal kir.Li hevdîtinê de Balyoza nû ya Swêd li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo wan peywendî û diyaloga bi mînaka ku li navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê da heye nîşanda û torêkî dîrokî û mirovî wan bi pêkve girêdide. Ji bilî balkişandina hevkariyên serbaziyên Swêdê ya ji bo hêzên Pêşmerge tekez li wê yekê kir ku Swêd bi girîngiyê ve temaşa xweragirî û qurbanîdana Pêşmerge li beranber terorîstan dike û di demên dijwarên dîrokî de li gel gelê Kurdistanê dibe. Balyoza Swêd li Iraqê behsa şerê terorîstan û hereşeyên terorîstan ya ser asayîşa navçeyê kir û nêrîna welatê xwe ya di derbarê guhertinên siyasiyên dawî ya di navçeyê bi taybetî destêwerdana serbaziya Rûsya li Sûriye xisterû û hêvî jî xwest welatê wan bikarê rola xwe li çareserkirina kêşeyên pêkhatên Iraqê ya piştî şikestdana terorîstan de hebê.Li beranber da Serok Barzanî spasî Balyoza nû ya Swêdê kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî de xwest û ji bilî balkişandina bi peywendiya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Swêdê pêzanînên xwe jî ji bo gel û Hikûmeta Swêdê hebû ku li rojên teng da palpiştiya Kurdistanê kiriye û hezaran hemwelatiyên Kurd li xwe girtiye. Her wiha spasî hevkariyên serbaziyên Swêdê kir ku pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa sedemên serhildan û geşbûna terorê ya li navçeyê de kir û behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û her wiha qonaxa piştî azadkirina Musilê kir û balkişand li ser rewşa demografî û firehiya parêzgeha Nînowa û tekez li wê yekê kir ku pêwîste gerentî û rêwşuwênî îdarî û siyasî wiha li ber bigrê ku dilniyayiyeke tevahî bide pêkhatan ku karesat dûbare nebin. Serok Barzanî balkişand li ser rewşa aloziya Sûriye û wê yekê dûpat kir ku eger hemahengî û karên hevbeşê Rûsya û welatên hevpeyman li lêdana terorîstên Da’îş de hebê û li heman demî de eger çareseriya siyasî ya paşaroja Sûriyê li ber çav bê girtin û wê demê encamên baştir pêktê.Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û aloziyên vê dawiyê ya parêzgeha Silêmaniyê mijareke dinê vê kombûnê bû. Di derbarê vê babetê ve Balyoza nû ya Swêdê daxwaz kir ku ew alozî zêdetir nebin ji ber ku ew dê bandorê li ser şerê dijî terorîstên Da’îş de jî bike.