Goran destê dijmine, di xetimandina pêvajoya serxwebûnê de

Li Başûrê Kurdistanê piştî şerê li dijî DAÎŞê di aliyê civakî de hinek alozî pêkhatin. Niha li Başûr 1050 km. Pêşmerge di eniya şer de xaka Kurdistanê ji erîşên DAÎŞê diparêzin. Cîhan hemû bi vê berxwedana pêşmerge şa bû.Ji aliyek din de hukumeta Bexda bûtçeya Kurdistanê rênekir û ambargoyek malî danî ser Kurdistanê.Îro zêdeyî 2 milyon penaber li Kurdistanê hene ev teqebûlê nîvê nifusa Kurdistana Başûr dike.  Bê guman di rewşek halê de aloziyên darayî û heta civakî pêyda dibin. Lê pêwiste li gel desthilatdariyê gel jî xwe ragire.Herweha di vê qonaxê de ragihandina dewletek Kurdistanî bû mijarek di rojeva cîhanê de. Li himber evqas nexweşî. şer û tengiyê babetê serxwebûna Kurdistanê derket pêş. Musîbetek mezin hate pêşiya Kurdistanê ,lê xirek jî jê derket ew jî destpêkirina pêvajoya ragihandina dewleta kurdî bû.Dewletên herêmê û taybetî Îran û hukumeta Bexdayê ji vê yekê ne rihet bûn. Dest avêtin hevalbendên xwe yên Kurdistanê.  Bi vê awayî Tevgera Goran kete li ser xetê.Goran di hukumetê de wek PDKê dihat temsil kirin, 5 wezîrên wan hebûn. Serokê Parlementoyê ji Goran bû. Lê Goran wek opozisyonekî kar kir û bû kurmê darê.Li Silêmaniyê û derdora Silêmaniyê berê xelkê dan baregehê PDKê. gelek avahiyên  PDKê şewitandin. Du endamên PDK şehid bûn û bi dehan hatin birîndar kirin. Heta PDK li deverên ku alozî lê heyî biryara girtina baregehên xwe da.Lê bûyer nesekinîn. Goran û hevalbendên xwe berê xwe dan Hewlêr û xwestin alozî û nexweşiya çêkirin bêxin nava Hewlêr da ku Kurdistan têk biçe.Li himber vê yekê PDKê îtîfaqa di navbera xwe û Goran de hilweşand. Serokê Parlementoyê û 5 wezîrên Goran ji kar hatin dûrxistin.PDK mecbûre aramiya Kurdistanê û taybetî ya Hewlêr bi çi haletî be biparêze.Ev erkek netewiye. Herweha nabê rêya berbiçûna dewleta kurdî bête xetimandin. Ragihandina dewletek Kurdî karkirin ji bo vê yekê erka Serokê Kurdistanê û hemî niştiman perwerane.Medya Goran û medya PKKê bi hevre dezenformasyona belav dikin.Niha partiyên din yên Kurdistanî divê helwesta xwe bidin diyarkirin. Hêvî ewe ku herkesek hişê xwe bide serêxwe û berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekî re bigrin.Tevgera Goran dixweyê tişta ku bi şer nekarî bike, niha jî demokrasî ji xwere kirine mertalek derew û Kurdistanê têk didin.Dema baregehên PDK dihat şewitandin , aligirên PKK li gel Goran bûn. Heta gihat radeyekî DAÎŞ êrîşên li ser avahiyên PDK yanî çalakiya Goran û hevalbendên wê pîroz kir.DAÎŞ di malperek ya xwe de dibêje:Avahiyên PDK a Cihû ji aliyê mucahidên me ve hatine şewitandin.Ew zihniyeta Ala Kurdistanê û weneyê serokê Kurdistanê bi hevre bavêje erdê û pêlê bike, di nava xiyanetê de ye. Bi nav ne DAÎŞ bin jî ji wek DAÎŞê.Analiz/nûçe -Rojevakurd 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: