Nivîsar

Sûriye kurd û federalîzm helwesta Iraq û Kurdistanê û PKKê

Sûriye li Rojhelata Navîn dewletek stratejîk e. Sûriye piştî ku ji bin bandora Împeratoriya Osmanî xelas bû, ket bin bandora Fransayê. Lewra Engilistanê piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn li Rojheleta Navîn siyaseta parçekirin û hikûmkirinê meşand. Loma jî li Rojhelata Navîn neteweya ereb jî û Kurdistan jî hat parçe kirin.

Fransayê heta sala 1946-an li Sûriyeyê hikûm kir. Piştî ku Sûriye serxwebûna xwe qezenç kir, li Sûriyeyê rejîmek monarşîk ava bû. Lê ev rejîma monarşîk heta desthilatdariya Baasê dom kir. Beriya ku desthilatdariya Baasê jî pêk bê, li Sûriyeyê ji aliyê leşkeran de gelek darbe pêk hatin. Loma jî di merheleyekê de Sûriye bû welatê darbeyan. Ji bo Sûriye henek dihat kirin ku dor hatiye çawuşan ku li Sûriyeyê darbeya leşkerî çê bikin.

Li Sûriyeyê piştî desthilatdariya Baasê, domdariyek siyasî ya otorîter pêk hat. Partiya Baasê di bin serokatiya Hafiz Esadî de roj bi roj desthilatdariya xwe xûrt kir.

Nûha jî li Sûriyeyê rejîmeke mezhebî û otorîter heye. Rejîm, bes ji sedî 15 hemwelatiyên Suriyeyê temsîl dike. Li ser sûniyan ku ji sedî 60 hemwelatiyan teşkîl dike, li ser kurdan û hemû kêmneteweyan dîktatoriyek heye. Hemwelatiyên Sûriyeyê, ji hemû maf û azadiyên xwe yên siyasî û civakî bêpar in.

Hemwelatiyên Sûriyeyê xwediyê maf nînin ku ji derveyî Baasê partiyên siyasî ava bikin. Hilbijartinên demokratîk û azad li Sûriyeyê tune ne. Loma jî hemwelatiyên Sûriyeyê mecbûr in ku bes dengên xwe bidin Baasê û namzet/berendamên Baasê.

Baas û rejîma otoriter/mezhebî ji bona ku desthilatdariya xwe bidomîne, car-caran şiklî be jî ji derveyî baasê berendamên meclîsê hildibijêre.

Kurd, miletê duyem e ku li Sûriyeyê dijî. Miletê kurd, ji mafên xwe yên rewa û neteweyî bê par e. Rejîm ji bona ku miletê kurd bike ereb, sîstema helandin û asîmîlasyonê dimeşîne. Heta wan demên dawî bi sed hezaran kurd ne hewletaiyên Sûriyeyê bûn. Di van demên dawî de ji bona ku kurd beşdarî serîhildanên sivîl nebin, biryara hemwelatbûna wan hat girtin.

Piştî ku li Tunusê, Misirê, Fasê guhertinên siyasî pêk hatin û maneyek din “Bihara Erebî” dest pê kir, li Sûriyeyê jî hêvî çêbû ku gûhertin çê bibe, demsal bê gûhertin, bihar bê; kûlîlk li Sûriyeyê jî vekin. Li Sûriyeyê jî rejîmek demokrat, pirrfikir, pirrmilet, parlamenterîst ava bibe. Kurd bi azadî xwe bi rêve bibin; hemû maf û azadiyên xwe qezenç bikin.

Loma di Adara 2011-an de di destpêkê de li Deraayê ku bajerokek li ser tixubê Urdin û Sûriyeyê serîhildana sivîl dest pê kir. Ev serîhşidana sivîl li gelek bajer û bajerokên Sûriyeyê dom kir. Divê merheleyê de jî serîhildana sivıl xûrttir dibe.

Lê Sûriye ji helwesta xwe ya nemirovî, mirovkûjî, zilm û zordariya xwe dev bernade. Li Sûriyeyê kuştin zêdetir dibin. Mirov dikare bibêje ku li Suriyeyê qetlîamek pêk tê û şerekî hûndir dom dike.

Li aliyekî hêzên leşkerî yên faşîst yên Beşşar Esadî, li aliyê din jî gelên sivîl û hêzeke biçûk ya xweparastinê ya leşkerî heye.

Tê diyar kirin ku li Sûriyeyê hejmara miriyan ji 5000 kesî derbas bûye. Hêvî ji Beşşar Esadî hatiye birîn ku li Sûriyeyê gûhertin bike û reforman li dar bixe. Loma jî hêzên navneteweyî, Emerîka, Yekîtiya Ewrupayê, Tirkiye, Yekîtiyan Ereban daxwaz dike ku Beşşar Esadî dest ji desthilatdarî berde; desthilatdariyê teslîmî gelên Sûriyeyê û muxelefeta gelan bike.

                                                               *****

Lê muxalefeta gelan li Suriyeyê jî, di nav xwe de hevbeş nîn in. Mûxalefet parçe-parçe ye. Ji bona ku mûxalefet hevbeş bibe, hewildanek navneteweyî heye. Di van rojên dawî de beşek mûxalefeta Suriyeyê li Tirkiyeyê civîn çêkirin, biryar dan ku Bi Konseya Mûwaqqet ya Neteweyî ya Sûreiyeyê re bibin yek. Ev ji bona Suriyeyê gavek gelek erênî ye.

Kurd li Suriyeyê piştî sûniyên ereb mûxalefeta mezintirîn e. Kurd jî dixwazin ku rejımna baasê bê guhertin. Li Sûriyeyê rejîmek demokrat, parlamenter ava bibe. Kurd jî li Kurdistanê desthilatdar bin. Lê kurdan hîn biryar neda ye ku li hemberî rejîma baasê serîhildana sivîl pêk bînin. Lewra kurd ji pêşeroja rejîma Suriyeyê xwediyê şik in, ku rejîm bê guhertin. Li cem vê yekê Kurd ji mûxelefeta ereb jî xwediyê bawerî nînin. Mûxelefeta ereban, hîn di derbarê rejîma bê de projeya xwe; di derbarê kurdan û mafên miletê kurd de çi difikire nerîn û bernameya xwe diyar nekiriye. Mûxalefeta ereb, hîn kurdan wek miletekî û aktorek duyem terîf nake. Mafê çarenivîsiya miletê kurd jî napejirîne.

Ji bona vê yekê di navbeyna mûxalefeta ereb û mûxalefeta milî ya kurd de hevbeşiyek, yekîtiyek, eniyek, tîfaq û an jî koalîsyonek tune ye.

Kurd jî di nav xwe de bi tevayî ne yek in. Li Rojavayê-Başûrê Kurdistanê li aliyekî 10 partî hene ku van partiyan beriya vê demekê kongreyek milî lidarxistin û Meclîsa Niştîmanî ya Kurdên li Suriyeyê ava kirin; li aliyekî 6 partî ku di nav partiya şehîd Meşel Temo jî heye; li aliyekî jî partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) heye.

PYD, partiya PKKê ye. Loma jî hevalbenda Suriyeyê ye.

Mûxalefeta Rojavayê-Başûrê Kurdistanê xwediyê gelek pirsgirêk e. Di nav kurdan de di armancê de yekîtiyek tune ye. Li Rojavayê-Başûrê Kurdistanê 16 partî hene. Ev partiyan di nav gel de xwediyê hezek mezin nînin. Lewra piştî salên 1980-yî Rejîma Baasê bi reya PKKê tevgera milî ya kurd û rêxistinên kurd bêîtibar û bêhêz kir. Beriya gel û xortên kurdan da ber bi PKKê. Tê zanîn ku nêzikî 4 hezar xortên Rojavayê-Başûrê Kurdistanê li çiyan hatin kûştin.

Kongreya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê biryar dabû ku ji bona çarenivîsiya miletê kurd xebat bike. Lê hezar mixabin statuya çarenivîsiyê aşkere nekiribû. Lê di wan rojên dawî de sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê Îsmaîl Hemê di rojnameya Rudawê de di hevpeyvîna xwe de diyar dike ku di statuya federalîzmê de lihevkirinek pêk hatiyê.

Ew rewşa, pêşketin û helwestek gelek girîng e ji bona tevgera milî ya Rojavayê-Başûrê Kurdistanê.

Di heman dem de hewildana ku hemû rêxistinên Rojavayê-Başûrê Kurdistanê di Meclîsa Niştimanî de cîh bigrin jî gelek girîng e.

Li cem van hewildanan Meclîsa Niştimanî ya kurdên Li Suriyê bi dewletên ereb û nemaze bi Misirê re danûstandin pêk anîn, ew jî pêşketinek gelek girîng e.

Di hamen dem de hevûdîtina Meclîsa Niştimanî ya Kurdên Li Suriyeyê bi Desthilatdariya Kurdistanê û bi Serokdewletê Kurdistanê re jî gelek girîng e.

                                                                  *****

Rudaw dipirse û Birêz îsmaîl Hemê di derbarê federalîzm, PYD, helwesta desthilatdariya Kurdistanê de bersîv dide û dibêje:
“- We di konferansa damezrandina Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de mafê çarenivîsê bo Kurdan weke daxwazeke Kurdan destnîşan kir. Lê we kifş nekiriye ku bi tevahî daxwaza çi dikin, ji ber ku mafê çarenivîsê otonomî, federalî, konfederalî û serxwebûnê jî lixwe digire.
“- Biryara me bo tevahiya Sûriyê ye, ew jî ew e ku Sûriyê divê bibe dewleteke demokratîk, parlamenî û piralî. Di aliyê siyasî de nenavendî be, li dinyayê jî nenavendîtiya siyasî tê wateya federaliyê. Em daxwaz dikin li Sûriya nû çend herêm hebin. Wiha jî mafê çarenivîsê ku Kurdan biryar li ser dane ji federaliyê pêk tê, her çiqasî heya vêga me ew yek ronî nekiriye ku daxwaza me ji mafê çarenivîsê çi ye, lewma niha em bi danîna projeyekê ve mijûl in ku divê Kurd daxwaza çi bikin. Di konferansa Civata Niştimanî ya Kurdî de li gor hinek endaman zehmet e federalî bê bidestxistin.
“- Civata Niştimanî ya Sûriyê dibêje Civata Niştimanî ya Kurdî daxwaza xwe bi ronî diyar nekiriye. Di demekê de, di ezmûna Başûrê Kurdistanê de diyarkirin û çespandina federaliyê di kongreya opozisyona Îraqê de li Londonê di sala 2002yê de û dûre jî di kongreya Selahedîn de pir giring bû. Hûn hest nakin eger hûn vê yekê nekin xelet e?
“- Kek Mesûd daxwaz kiriye em proje û daxwazên xwe bi ronî deynin, ew jî piştgiriya me dike. Vêga şanda me weke Civata Niştimanî ya Kurdî li Qahîre ye, amadekariyê dikin bo girêdana kongreya opozisyona sûrî li Qahîre ku bi çavdêriya Yekîtiya Dewletên Erebî dibe. Me ji şanda xwe ya kurdî re gotiye ku divê mafên gelê kurd di destûra Sûriyê de bên tespîtkirin û Kurd weke neteweya duyem li Sûriyê bê hejmartin û kêşeya kurd divê bi rêya mafê çarenivîsê bê çareserkirin. Niha Civata Niştimanî ya Sûriyê jî projeyek pêşkêş kiriye û tê de dibêjin li Sûriyê Kurd netewe ne û pirsa kurd weke pirsa neteweyekê çareser dibe, lê ev tenê proje ye. Yekîtiya Dewletên Erebî jî ragihandiye ku divê mafê Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bê çespandin û aliyên opozisyonê jî daxwazên gelê kurd qebûl bikin.
„Hûn dibêjin em daxwaza federaliyê dikin, PYD jî daxwaza “otonomiya demokratîk” dike, hinek aliyên din daxwaza mafên çandî dikin. Gelo ev ne kêşeyeke ye ji bo têgihiştina himber û derve ya daxwazên gelê kurd?
„- Me weke partî di kongreya xwe ya borî de meseleya otonomiyê pêşniyar kir, lê vêga weke Civata Niştimanî ya Kurdî me ew daxwaz jî derbas kir û em daxwaza sîstema nenavendiya siyasî bo Sûriyê dikin, yanî federalî bo Kurdistan Sûriyê. Lê PYD daxwaza otonomiyê nake, lê daxwaza xweseriyê dike, di aliyê yasayî de divê parlemen û hikûmeta navxwe ya otonomiyê hebe, lê xweserî tenê berfirehkirina hinek desthilatên îdarî ye.

„ Ew civatên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatine hilbijartin ji we re nabin kêşe?
“- Erê kêşe ye. Ji bo pêkanîna Civata Niştimanî ya Kurdî heya weke qonaxa dawî jî em bi hevre bûn, lê 20 rojan berî girêdana kongreyê vekişiyan û sedem jî siyasî bû. Daxwaz kirin ku nabe Kurd danûstandin û pêwendiyan ligel opozisyona erebî ya sûrî ya derve bikin, gotin ev opozisyon û Civata Niştimanî ya Sûriyê bi destê Erdogan hatine çêkirin. Me jî ev daxwaza wan red kir.
„- Hûn wisa dibînin ku PYD ligel rêjîma niha ya Sûriyê ye?
„- PYD tevlî şoreşa Sûriyê nebûy- PYD heya weke niha xwenîşandanek jî li dijî rêjîma sûrî nekiriye. Li Efrînê, ku PYD bihêz e, ti xwenîşandan nehatine kirin. Ew tevî şoreşa sûriyê nebûne, dibêjin piştî vê şoreşê wê hêzên îslamî li Sûriyê bibin desthilatdar, lewma ti xwenîşandan li dijî rêjîma Beşar Esed nekirine.
„- Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê got divabû serokê Herêma Kurdistanê em jî dawetî civîna xwe ligel aliyên Civata Niştimanî ya Kurdî bikira û bi vî rengî rêza Kurdan parçe dibe. Ji ber çi ligel we tevlî vê civînê nebûn?
„- Niha em û PYD ne bi hevre ne. Li Sûriyê ligel me rûnanin, lê niha hewl tên kirin hevahengiyek hebe di navbera me û wan de. Lê heya vêga me li ser vê babetê li hev nekiriye.
„- Civîna Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ligel serokê Herêma Kurdistanê gelo dereng bû, yan di dema xwe de bû?
“- Bi baweriya me di dema xwe de hat sazkirin. Serokê Herêma Kurdistanê helwesta xwe ronî kir û got tiştê pêwîst bike em amade ne hevkariya Kurdên Sûriyê bikin. Barzanî got pirr giring e ku ligel opozisyona sûrî jî li ser daxwazên gelê kurd bigihîjin lihevkirinekê.
– Piştî destpêkirina xwenîşandanan li Sûriyê, Hikûmeta Sûriyê, berovajî çend salên borî, Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê vexwend Sûriyê, lê wî vexwendin red kir. Ev helwesta Barzanî di qazanc, yan ziyana Kurdên Sûriyê de bû?
– Bi rastî eger Serok Barzanî di vê demê de serdana Sûriyê bikira, zerer bû ji bo Kurdên Sûriyê, ji ber ku pirr caran hat gotin ku PDK û YNK Kurdên Sûriyê han didin, daku ligel serokê Sûriyê Beşar Esed danûstandinê bikin û ligel rêjîmê bin.“ (Ji Net-Kurdê neqil)
                                                                   *****
Hezar mixabin Îran, Çîn, Rûsya, Iraq, Hizbûllaha Lûbnanê, PKK/PYDê ji Suriyeyê re alîkar in.

Helwesta Rûsyayê, Çînê, Îranê gelek xwezayî ne.

Ji bona Rûsya û Çînê mafên mirovî û demokrasî gelek girîng nînin. Ji derveyî vê jî pêwendiyên Rûsyayê û Çînê bi Suriyeyê re gelek dîrokî ne. Suriye, di dema Şerê Sar de li hemberî Sîstema Kapîtalîst/Demokrat, hevalbendê Sîstema Sosyalîst, nemaze jî hevalbendê Yekîtiya Sovyetê bû.

Çîn û Rusya dixwazin li hemberı Emerîka û hevalbendên Emerîkayê, li dinyayê û Rojhilata Navîn jî bibin hêz û eniyek ava bikin.

Lê di van rojên dawî de Rusyayê di helwesta xwe de guhertin û nermiyek çêkir. Ew helwesta wan ji aliyê civata navneteweyî de erênî hat nirxandin.

Li Îranê dîktatoriya şîayan heye; dijminê Emerîka û hemû welatên rojavayê ye. Îran dixwaze li Rojhilata Navîn li hemberî suniyan û welatên Rojava, eniya şîayan ava bike.

Hizbûllaha Lûbnanê jî, şîayê ye, hevalbendê Îranê ye, dijminên Emerîka û rojavayê. ye. Loma jî helwesta wan wek Îranê ye û piştgiriya Sûriyeyê dike.

Di vê lîsteya piştgir de hêzên xerîb xuya dikin, PKK/PYDê û Iraq e.     

Her kes, hemû dinya û kurd baş dizanin ku di guhertina rejîma Suriyeyê de berjewendiya kurdên li Suriyeyê û tevayîya kurdan bê niqaşe û sedî-sed heye. Lê PKK/PYD wek partiyên kurd pişgiriya Suriyeyê dikin. Gorî baweriya min di helwesta PKK/PYDê de jî xerîbiyek tune ye. Helwesta wan jî gelek xwezayî ye. Lewra PKK, partiya dewletên kolonyalîst e û ji bona berjewendiya wan kar dike. Dem tê ji bona berjewendiya Dewleta Kemalîst, dem tê ji bona de Dewleta Îranê kar dike. Di demên buhûrî de ji bona Iraqê û Suriyeyê kar kir. Nûha jî dîsa di navbeyna Dewleta Tirk û Sûriyeyê de nekokî heye, PKKê xizmetî Suriyeyê dike. Heta berpirsiyarên PKKê diyar dikin ku dema li Sûriyeyê mûdaxeleyek navneteweyî pêk bê, ewê li cem Sûriyeyê beşdarî şer bibin.

Divê kurd, ev helwesta PKK/PYDê ji çav derbas bikin û helwesta xwe zelal bikin.

Iraq, dewleta ereban û şîayan nîn e. Iraq dewleta kurdan û kêmneteweyên din e jî. Iraq dewleta sûniyan û mezhebên din e jî.

Ji derveyî vê desthilatdariya Federal ya Iraqê li hemberî rejîma Baasê û Seddam û suniyan ava bû. Li Iraqê baasî di hepsê ne û ceza dibin û tên îdam kirin. Rejîma baasê encama mûdaxaleya Emerîkayê û hevalbendên wê hat rûxandin. Hezar mixabin Iraq nûha piştgiriya rejîma Baasê dike.

Ew helwesta Iraqê tê wê wateyê ku ew jî dixwazin bi Îranê re eniya şîayan li Rojhelata Navîn ava bikin. Ew eniya jî ne bes li dijî guhertinên li Sûriyeyê ne. Ew di heman dem de li dijî berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Nemaze piştî ku hêzên Emerîkayê dest ji Iraqê berdan, ev tîfaqa Iran, Suriyeyê û Iraqê ji bona kurdan li tevayî herêmê dibe xeter.

Hezar mixabin helwesta desthilatdariya Kurtdistanê di vê pirsê de gelek zelal nîn e û xeteriya heyî nabîne. Desthilatdariya Kurdistanbê û Serokdewleta Federe Mesut Barzanî gelek vekirî ji kurdan re xwedî derdikeve, yekîtiya kurdan, mafên kurdan, desthilatbûna kurdan li Suriyeyê dixwaze.

Lê li dijî siyaseta navendî ya Iraqê dernakevin. Hikûmeta navendî ya federal li Iraqê siyaseta xwe ya qirêj bi destê Hişyar Zabarî û Celal talabanî dimeşîne.

Divê desthilatdarî û serokên Kurdistanê ev siyaseta Iraqê û helwestên xwe ji çav derbas bikin.

Amed, 16. 12. 2012


Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button