Polîtîk

Bila kurd bi nasnama xwe serbilindbin

Di parlementoya Tirkiye de ev çend rojin li ser Butçeya dewletê ya sala bê gotubêj çêdibin. Di van gotubêjande nûnêrên partiyên siyasî li ser rewşa butçeyê û herweha li ser rewşa Tirkiye û bûyerên dibin rojana axaftina dikin dîtinên partiyên xwe dibêjin.

Gelek caran gotubêjin balkêş çêdibin û axaftinên dijwar têne kirin. Ji siyasetê heta bûyerek rojana gelek parlementer dîtinên xwe bi awayekî dibêjin û gotubêjê dikin.

Di vê dema ku gotubêj li ser bûtçeyê tê kirin hinek guhertin jî di parlementoyê de hatin kirn. Belkî van guhertina zêde bala raya giştî nekişand. Roja parlementoya Tirkiye hatî avakirin her demî hêzek leşkerî li parlementoyê bû û ew ji ewlehiya parlementoyê berpirsbûn. Dema bûyerek leşkerî dibûya wan di cih de dikarî dest deynin ser parlementoyê û konrol bikin. Di hemî înqilabên leşkerî de welê bûye.

Niha ev hêza leşkera ji parlementoyê hate dûrxistin û berpirsiyariya ewlehiya parlementoyê dan polisan, şûna leşkera polîs niha ji ewlehiya parlementoyê bepirsin. Ev guhertinek herî balkêş bû pêkhat, lê di dema gotubêjin bûtçeyê de kesekî zêde bala xwe neda vê bûyerê.

Dema gotubêjin li ser bûtçeyê xilas dibin ji berî dengdan li ser bûtçeyê bi giştî bête kirin, nûnêrên partiyên siyasî axavtina xwe ya dawî dikin û rengê dengê partiya xwe ji bo bûtçeyê dibêjin.

 Herî dawî li ser navê hukumetê axavtinek tê kirin û dîtina hukumetê gelemperî dibêje. Hersal li ser navê hukumetê serokwezîr axavtin dikira. Îsal cîgirê serokwezîr Bulent Arinc li ser navê hukumetê axavtin kir.

Arinc di axavtina xwe de bersiva rexneyên li hukumetê hatî kirin da û dîtina hukumetê ragihandin. Serokê guruba MHP-ê Mehmet Şandir di derbarê pirsa kurd de rexnek tund li hukumetê kirîbû. Şandir gotubû ku, “ naskirina nasnama kurda gaflete û ji wê wêde jî tişta herî xirabe“.

Bulend Arinc di beşek ya axavtina xwe de bersiva MHP-ê da û di vê derbarê de got: “ Yanî niha li Tirkiye insanek rabê bêje ez kurdim û ez bi nasnama xwe ya kurditiyê serbilindim û ez dixwazim ev rastî bête zanîn“ em çibin? divê em rêzê lê bigrin û vê rastiyê qebûl bikin.

Arinc berdewambûna axavtina xwe de got: Berê siyaseta inkarê û asîmîlasyonê hatiye kirin. Em dibînin ku vê yekê îro çi aniye serê Tirkiye. Insanek bi nasnama xwe serbilindiyê dihese. Nasnama insanekî şerefa wî ye. Pirsa kurd yan jî nasnama kurd ne pirsekê ku ji berî 3 salan ji berî 30 salan yan jî ji berî 20 salan derketiye holê. Heyîna kurda ji kemasî ve 1000 salin rastîyeke, kes nikare vê inkar bike.

Rojevakurd

Back to top button