Nivîsar

Cûdatiya di PKK-ê de vedigere tesfiye kirinê

Di PKKê de perçebûn heye. Komeke heye ku tevî Ocalan tevdigere û min gotibû ku ev kom aşitiyê naxwaze. Dîsa min gotibû ku Ocalan vê tevgerê bêbersiv nahêle û riya vê bersivdanê jî, ji tasfiyekirinê derbas dibe. Piştî êrîşa vê komê ya li Çelê (Çukurca),  şert û merc li dijî van koman pêşveçûn. Van koman bi taybetî endamên ji Îran û Suriyê dişandin qadên şer û êrîşan gur dikiran.

Heke mirov piştî têkçûnê analîz bike, dibîne ku di PKKê de tesfiye destpê kiriye. Pêvajoya tesfiyeye bi bêbandor kirina rêberên PKK çênabe. Ev pêvajo li ber operasyonên artêşê bi hedef nişankirina komên ku guh nadin Ocalan û Karayilan  ve tê sepandin. Em  bînin bîra xwe, vê koma ku di rêxistinê de bandordare li Hekkariyê êrîş pêkanî bû  û di wê êrîşê de 9 sivîlan can da bûn. Ocalan jî gotibû ku heke rêxistinê vê êrîşê pêkanî be, ezê rêxistinê tesfiye bikim. Ew kom bi operasyonên li Newala Kawaqliyê û Qazanê ve hat bê bandor kirin.

Koma duyemîn jî li ser xeta Entaqya- Sêwas û Toqatê çalaki pêk dianî û min gotibû ku bi alikariya weşaneyên ‘Elewiyan tevdigerin. Ev koma ku car car li derdorê çiyayên Amanosan êrîşên stratejik pêk dianîna, demek borî, bi operasyonekî, rêber û endamên wê zindî hatin girtin. Heta alîkarê Serokwezîr Bilent Arinc jî diyar kiribû ku wana Amanosan paqij kirine.

Koma sêyemîn jî weke Dêrsimiyan tên nas kirin û li derdorê Bingol û Dêrsimê tevdigere. Hemû ‘alem jî zane ku ev kom bi serê xwe tevdigere. Rêberên vê komê jî bi operasyonên niqte ve hatin kuştin û ji holê hatin rakirin.

Koma çaremin  û ya herî bandordar jî, koma li ser xeta Diyarbekir – Sîlwanê ye.

Evê komê çalakiyên ewqas ‘ecêp kir ku, rêvebirên PKKê jî nekarîn diyar bikin. Mesela li Diyarbekirê bombe kirina dersxaneyê kare vê komê bû. Di roja ku KCKê banga aşitiyê kir de, evê kom bû li Taksîmê bombeyê zindî teqiyand.  Dîsa di heyama ku Ocalan digot ne hewceyê şerek şoreşgeriye de, ev kom bû ku li Sîlwanê 13 esker kuştî.

Di demên dawî de li ser vê komê operasyon hat damezrandin. Li gor çapemeniyê heta niha 20 PKKyî hatine kuştin û rêberê komê jî hatiye dorpêç kirin. Yanî koma Diyarbekirê jî tê tesfiye kirin.

Ji bilî van koman hin komên din jî hene û ez bi mereq li bendê me ku gelo wê li ser van koman jî operasyonên niqte bên damezrandin an na?

Şiklê operasyonan jî nişan dide ku di PKKê de komên şerxwaz tên tesfiye kirin. Mesela hema hema hemû operasyon niqte ne û dîsa hema hema di hemû operasyonan de rêber û berpisiyarên herêmê an tên kuştin an jî tên tesfiye kirin. Ji bo ku dewlet bikaribe operasyonên wisa ku tê de rêberên PKKê hene bike, bi teqez ji hundirê PKKê agahî digihîje dewletê. Di vê rewşê de em dikarin bejin ajanên di nav PKKê de li gor stratejiya nû piştgirî didin tasfiye kirina PKKê.

Lê di van operasyonan de şaşiyek heye. Çimkî ev operasyon temamiyê PKKê ji holê narake. Operasyon li dijî şaxên ku dixwazin şerê şoreşger bidomînin tên meşandin. Yanî  dewletê dizaniya ku ew kes li kû dere bûn lê ti tişt nedikira û ji bo pêdiviya konsepta nû van endamên şerxwaz bi agahiyên wana tasfiye dike. An jî ji komên aştîxwaz agahî digihîje dewletê.

Di vê pêvajoyê de ya herê girîng, PKK van hemû operasyonan bi bêdengiyek ‘ecêp mêze dike. Li Bîngolê 8 PKKyî tên kuştin ANF dibêje ‘kesên ku tên îdia kirin PKKyî ne’. Di vê meha dawî de ji bilî yên teslîm bûn, zêdetirî 50 PKKyî bi operasyonên niqte hatin kuştin, di nav wan de berpirsiyarên herêman jî hene, lê rêvebirên PKKê bi daxuyaniyekê jî xwedî li bîranîna wan jî derneketin.

Hâlbuki berê PKKê endamên xwe yên hatin kuştin weke şehîd bi nav dikir û di albûma şehîdan de diweşand. Ev helwesta xerîb a PKKê dibe sedema şîroveyên ku PKK şerxwazên di nav xwe de tesfiye dike.

Ez vê dizanim ku heke ji Karayilan re bimîne, wê cih de bi dewletê re hevdîtinê pêk bîne û wê vê meselê bidawî bike. Dîsa ez zanim ku Karayilan cîgir şandiye ku bila dewlet bi wî re hevdîtinan pêk bîne, bila bi kesên xelet re hevdîtinan pêk neyne.

Tê îfade kirin ku rayedarên dewletê jî ji ber ku xizmên hev yên îdeolojîkin, mexsûs bi komên aştîxwaz re hevdîtina pêk anî. Karayilan û ekîba wî jî ji vê rewşê pir acizin.

Li ser van hemû bûyeran mîmarê şerê şoreşger û yê ku mîlîtanên PJAKê şandî Anatolyayê, Cemîl bayik bêdeng e û ev yek jî tiştek pir balkêşê. An Bayik nexweşe û li Îranê li cihek ewle di bin tedawiyê de ye, an jî operasyona tesfiye kirine ji wî destpê kiriye. Mirov ji kîjan hêlê ve binêre bila binêre ya xwiya dike, di PKKê de pêvajoya tesfiye kirine destpê kiriye. Di vê hengâme de, yê canê xwe xilas bike qehremane.

 

Emre Uslu

(Xeberenkurdi)

* Emre Uslu di rojana Tarafê de dinivîse

 

Back to top button