
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê navên endamên nû yên Meclisa Gel (parlamen) ragihandin. Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Sûriyeyê li gorî desthilatên xwe yên destûrî, 70 endam (sêyeka meclisê) rasterast destnîşan kirine.
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Mihemed Teha Ehmed îro 1ê Tîrmeha 2026an, li avahiya Meclisa Gel a Şamê di konferanseke rojnamevaniyê de, navên endamên nû yên parlamenê ragihandin. Ehmed, biryarnameya hejmar 143 a sala 2026an ku ji aliyê Serokkomar Ahmed Şera ve hatiye îmzekirin, xwend.
Ehmed diyar kir jî, civîna yekem a meclisa nû dê roja duşemê, 6ê Tîrmeha 2026an were lidarxistin. Herwiha destnîan kir jî, li gorî Danezana Destûra Bingehîn, dema xebatê ya vê xula Meclisa Gel du sal û nîv (30 meh) e û ev dem dikare were dirêjkirin.
Dabeşbûna 70 endamên ku ji aliyê Serokkomar ve hatine destnîşankirin, li ser parêzgehan bi vî awayî ye: Ji Helebê 14, ji Hesekê 7, ji Homs û Dêrezorê her yekê 6, ji Şam, Gundewarê Şamê, Îdlib û Hemayê her yekê 5, ji Lazqiye û Derayê her yekê 4, ji Reqayê 3 û ji parêzgehên Tertûs, Siweyda û Quneytrayê jî her yekê 2 endam hatine destnîşankirin.”
Li gorî sîstema nû ya hilbijartinê, Meclisa Gel a Sûriyeyê ji 210 endaman pêk tê. Ji van endaman 140 bi rêya hilbijartinê (ji sedî 66) hatine diyarkirin, lê 70 endamên din (Sêyeka Temamker) rasterast ji aliyê Serokkomar ve li gorî desthilatên destûrî hatin destnîşankirin.
Ev biryar piştî salekê ji derçûna biryarnameya serokatiyê ya hejmar 66 (sala 2025) tê, ku erkê çavdêriya pêvajoya hilbijartinê dabû Komîsyona Bilind. Li gorî benda 24 a Danezana Destûra Bingehîn, Serokkomar xwedî maf e ku sêyeka endamên Meclisê destnîşan bike, da ku pêkhateyên cuda yên civakê û pispor di bin banê parlamenê de cih bigirin.
Sîstema hilbijartinê ya demkî ku di Tebaxa 2025an de hatibû pejirandin, Sûriye li ser astên îdarî dabeşî herêmên hilbijartinê kiribû û mafê namzediyê tenê dabû endamên desteyên hilbijêr.


