Cîhan
Sûriya: Leşkera 3 jin kuştin
Li Sûrî tundî berderwam e. Li gora nûçeyên medya cîhanî dema li bajarê ku qiraxa behra spî li Banyasî xwepêşandan çebûyin, leşkeran bi tankan bajar dorpêş kirin. Piştî demekî leşker ketin di taxên suniyan de û gelek xelk girtin û xanî dan ber topan. Kesek rastî hêjmara kuştî û girtiyên li Banyasê nizane. Lê li gora berpirsên mafê mirova li Sûrî radihînin 3 jin bi destê leşkeran hatine kuştin.
Doh dema ku leşker dora bajarê Banyasê girtin, elektrik qut kirin û hemû pêwendiyên telefonî û rêyên din qut kirin. Bi awayekî pêwendiya Banyas li gel bajarên din û cîhanê bi temamî hate birîn. Ev sedemek ku di rastiyê de leşkera di nava bajar de çi kiriye bi temamî naye zanîn.