MHP bi kasetan têkdiçe (Vîdeo)

Ji berî hilbijartina herkes di meydanan de propaganda xwe dike û piranî jî partiyên siyasî şerê hevûdin dikin. Lê Ji ber ku hukumet di destê Ak Partiyê de ye, armanca partiyên siyasî niha Ak Partiye.

Rewşa MHP-ê Bahçelî her roij bi eşkerekirina kasetek ya berpirsên partiyê xirabtir dibe. Ji berî niha demekî kasetek di derbarê du endamên serokatiya MHP-ê de di internetê de hate belav kirin, her du cigirên serokê MHP-ê îstifa kirin. Niha jî skandalek din derket holê.

Cardin kasetek ya vîdeo li ser jiyana du berpirsên MHP-ê hatiye eşkerekirin. Jiyana wan û pêwendiyên wan li gel keçên ku temenên wan kiçik di van vîdeoyan de hatiye weşandin. Herweha tê gotin ku ji perêyên partiyê mesrefek gelek zêde li van keçên ku pêwendîdarin hatiye kirin.

Cigirê serokê MHP-ê yê di karûbarê rêxistinî de berpirsiyar Bulent Didinmez di van kasetan de ye. Herweha kesê din jî berendamek yê MHP-ê yê parlementoyê ye .
Niha çavên herkesî li van herdu kesane û li helwesta serokê MHP-ê Devlet Bahçeliye. Ihtimalek mezin dê ew jî wek du cigirên Bahçelî îstifa xwe bidin. Ev yek ji bo hilbijartina bandora xwe li ser rewşa MHP-ê dike.

 Ev kaset di vê malperê de hatine weşandin: http://farkliulkucu.livejournal.com

Li vê derê hun dikarin temaşeyê kasetê bikin:

Nerîna min :