Îro Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Pîrmam pêşwaziya Serokê Iraqa fedral Celal Talabanî kir.

Li hevdîtinê de,  Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê amade bû, û di derbarê pêşhatên dawiya Iraq û Herêma Kurdistanê de guftûgo kirin.

Her du Serok Barzanî û Talabanî di derbarê meseleyên pêwîst bi proseya siyasiya Iraqê hevrêbûn ku pêwîste bi awayeke baştir bi navê hevdû têgihiştina zêdetirê kutle û aliyê siyasiyên Iraqê û çareserkirina pirsa Wezaretê Emniyan hewl bidin.

Li vî derbarî de girîngiya girêdayîbûna bi peymana siyasiyan li çarçêweya destpêşxeriya Serok Barzanî û di derbarê pêvajoya Herêma Kurdistanê jî dûpat kirin. Girêdayîbûna bi biryarên her du Mekteba Siyasî (PDK) û (YNK) û biryara hevdeh xaliya Parlemena Kurdistanê ya ji bo bi aştî çareserkirina pirsgirêkan û bikaranîna rêya diyalog û danustandinên yekalî kirina her meseleyek ku pêwîste bi dawakarê siyasiyan dupat kirin.

Barzanî û Talabanî tekez li ser pêwîstiya berdewambûna pêvajoya çaksazî û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyê bi hemwelatiyan kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: